Mijarên rojnameyên erebî – 17 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro der barê bertekên Ewropayê yên li hemberî tevgera Tirkiyê ya li Deryaya Spî, her wiha der barê rewşa Lubnanê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 17 Tebax
17 tebax, 2020   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: BERTEKÊN NAVDEWLETÎ PLANÊN TIRKIYÊ YÊN DERYAYA SPÎ ASTENG DIKIN

Rojnameyên îro der barê tevgera Tirkiyê ya li Deryaya Spî de nivîsîn. Li ser mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Li gorî Yewnanistanê dê tirsên Tirkiyê bibin rastî, piştî ku Yekitiya Ewropayê dawiya Îlonê hevpeymana di navbera Atîna û Nîqosiyayê de der barê herêma aborî ya rojavayê Deryaya Spî de, erê bike. Ev tişt dê planên Tirkiyê yên “welatê şîn” asteng bike û di bibe wekî dewama peymana Yewnanistan û Misirê, her wiha Qibrisê jî diyar kir ku mijara destnîşankirina sînorên deryayî di navbera wê û Yewnanistanê de di rojeva Yekitiya Ewropayê de ye û dê der barê mijarê de di demên bê de agahî bêne dayîn.

Piştî bêhnvedana havînê dawiya Tebaxê, dê parlemana Yewnanistanê hevpeymana herêma aborî ya bi Misirê re erê bike, jixwe niha ew hevpeyman ji bo nirxandinê dane komîteyeke têkildar, piştî wê di rûniştina parlemanê de ku tê payîn 4`ê Îlonê pêk bê, bikeve dengdanê.

Li aliyekî din, Tirkiye hewl dide ku hin aliyên ewropayî bike navbeynkar da ku xwe ji vê aloziya xilas bike, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku welatê wî pêşniyara Swîsreyê ya ji bo çareseriya arîşeya rojhilatê Deryaya Spî bi Atînayê re bibe navbeynkar, erê kiriye. Her wiha Erdogan jî hewl dide ku şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel bike navbeynkar.

Di vê navberê de Parîsê balafirên şer ên Rafael û du keştiyên girêdayî artêşa deryayî ya Fransayê rêkirin rojhilatê Deryaya Spî, ku li wê derê di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de li ser lêgerîna gazê arîşe heye.

Li gorî Wezareta Artêşê ya Fransayê, balafirên şer ji bo çend rojan li girava Grît danîne, piştî ku ji bo perwerdeyê serdana Qibrisê kir.

Tişta ku rewşa Tirkiyê aloz dike ew e ku bi giştî welatên Ewropayê li kêleka Yewnanistanê ne û li dijî lihevhatina Enqereyê bi Wîfaqa Lîbyayê re ne.”

ŞERQ EL-EWSAT: AMERÎKA Û RÛSYA HEWL DIDIN TÊKILDARÎ ÎRANÊ CIVÎNEKÊ LI DAR BIXIN

Rojnameyê nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayê Mike Pompeo re pêşniyara lidarxistina lûtkeyeke bi rêya înternetê li Neteweyên Yekbûyî der barê Îranê de lidar bixin, da ku Amerîka neçar nebe mekanîzmaya cezayên navdewletî  ‘Snab bagck’ li dijî Îranê pêk bîne.”

EL-EREB: HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT YEK JI SENARYOYÊN SEREKE YÊN LI LUBNANÊ NE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Mijara hilbijartinên pêşwext li Lubnanê dîsa kete rojevê, piştî ku derfetên avakirina hikumeteke neteweyî têk çûn, lê aliyên navdewletî û herêmê ne li aliyên vê bijarteyê ne, her wiha civaka Lubnanê jî vê bijarteyê napejirîne û dibêje ku ew bibe sedem ku heman rêveberî careke din vegere, ew rêveberiya ku Lubnan gihandiye vê rewşê ku ji dema şerê navxweyî yê salên 1975-1991 de tiştekî wiha nehatibû serê Lubnanê.”