Jiyana şêniyên li rojavayê Kobanê di xeteriyê de ye

Di demên dawîn de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser  gundê Boraz ê rojavayê bajarê Kobanê zêde bûne. Lewma jiyana bi sedan sivîlên li gund di xeteriyê de ne.

Jiyana şêniyên li rojavayê Kobanê di xeteriyê de ye
17 tebax, 2020   03:59
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Çeteyên artêşa Tirk ên li aliyê rojavayê Çemê Firatê, êrişî gundê Boraz ê rojavayê Kobanê dikin û sîvîlan hedef digrin.

Herî dawî jî 14`ê Tebaxê gund topbaran kirin û 7 topavêj avêtin gund, lê tişta baş zirarên canî çênebûn.

 Ev çend salin gundên li rojavayê Çemê Firatê rastî êrişan tên. Destpêkê çeteyên DAIŞ’ê herêm topbaran dikir, niha jî hevkarên DAIŞ’ê artêşa Tirk a dagirker topbaran dike. Dewleta Tirk a dagirker di 16`ê Tebaxa 2016`an de herêma Cerablusê dagir kirin û ji wê demê ve herêmê topbaran dikin.

Şêniyek gund a bi navê Kewser Ehmed Mamo got: “Ev 7 salin em di vê rewşê de ne. Beriya niha di encama topbaranê de 3 ferdên malbatekî jiyana xwe ji dest dan. Îna derbasbûyî ez li mala xizmekî xwe hebûm, ji nişka ve top li kêleka malê ket. Em li ser axa pîr û kalên xwe ne, me êrişî tu kesî nekiriye. Divê Rûsya û Amerîkaya ku heta niha bi erka xwe ranebûne, bi erka xwe rabin û sînorekî ji van sûcan re deynin.”

 Şêniyê bi navê Ehmed Elladîn jî axivî û wiha got: “Armanca van êrişan tirsandina şêniyan e. Aliyên navneteweyî qet behsa van êrişan nakin, ji dema DAIŞ`ê Carablusê dagir kir heta niha êrişî me dikin. Divê kesek were, rewşê bibîne û sînorekî ji van êrişna re deyne.”

 Piştî serokê Rûsyayê û Tirkiyeyê hevpeymana Soçî îmze kirin, QSD li gorî bendên vê hevpeymanê ji wir vekişiya û li bajarokê Şiyox ê nêzî gund nuqteyên leşkerî yên artêşa hikumeta Sûriyê hatin avakirin.

Wê demê hevpeymanê îşaret pê kir ku êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Girê Spî û Serêkaniyê werin sekinandin, lê Tirkiye heta vê kêliyê jî pabendî bi vê bendê nekir û hîn jî rojavayê Kobanê, derdora Eyn Îsa, Til Temir, rojavayê Girê Spî û gundewarên Serêkaniyê topbaran dike.

Her wiha hevpeymana Amerîka-Tirkiyê di nîva meha Cotmehê de li herêmê agirbest ragihand, lê dîsa jî Tirkiyê bendên  her du hevpeyaman binpê kir. Aliyên ganator ên van hevpeymanan Rûsya û Amerîkayê tu helwestên cidî nîşan nadin û heta sînorek ji îdîayên parastina ewlehiya herêmê re dananîn.

(eh)

ANHA