Ezab Ebod: Armanca fitneyan têkbirina projeya neteweya demokratîk e

Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê Ezab Ebod got: “Eşîr eşîr û rûspiyên Dêrazorê piştevaniya projeya neteweya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Her wiha hewl dan rêgezên wê bisepînin û piştgiriya saziyên wê bikin. Armanca komplo û derxistina fitneyan têkbirina projeya netewa demokratîk e.”

Ezab Ebod: Armanca fitneyan têkbirina projeya neteweya demokratîk e
17 tebax, 2020   01:13
MINBIC-SELWA ABDUREHMAN

Di çend rojên borî de li herêmên gundewarên Dêrazorê rûspî û şêxên eşireyan bi armanca afirandina fîtneyê di nava şêniyên herêmê û QSD’ê de, hatin hedefgirtin. Bi taybet ev fîtne ji hêla hikumeta Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker ve pêk hat, ji ber ku ewlehî û aramiya herêmê li kêrî wan nehat.

Têkildarî mijarê seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê Ezab Ebod ji ANHA’yê re axivî.

GELO KÎ JI FITNEYAN SÛDÊ WERDIGRE?

Ezab di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Yên ku sûdê ji van kiryaran û sûcan werdigrin, hikumeta Sûriyê û rejîma Tirkiyê ne. Her tim hikumeta Sûriyê hewl dida li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihekî ji xwe re çêke. Ew jî ji ber ku di parastina van herêman de ji dema destpêkirina aloziya Sûriyê de bi bin ket, her wiha  hewl dide projeya Rêveberiya Xweser a ku serketinek li herêmê ava kiriye, têk bibe."

Ezab  destnîşan kir ku ev sûc her tim bi hevkariya di navbera hikumetên Tirk û Sûriyê de bi rêya şaneyên veşartî yên li herêmê pêk tên.

Ezab axaftina xwe wiha domand: "Piştî serketina projeya neteweya demokratîk, gelek hewldanên derbekirina vê serketinê çi ji hikumeta Sûriyê yan jî ji dewleta Tirk bi rêya şerê taybet û propgandayên çapemeniyê, hebûn. Her wiha hikumeta Sûriyê komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê pêk anîne, bi taybet yên Dêrazorê paşguh kir. Ji wan komkujiyan jî komkujiya eşîra Şiêtat ku di encamê de bi sedan sivîl bûne qurban. Lê di wê demê de jî hikumeta Sûriyê li hemberî komkujiyan tu helwestên nîşan neda."

Ezab diyar kir ku cîhan hemû dizane dema ku çeteyên DAIŞ’ê Dêrazor dagir kiribûn, dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dikir û heta niha jî piştgiriya wan dike. Ezab got: “Heta niha jî dewleta Tirk piştgiriya şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên li herêmê dike. Ew şane teqînan çêdikin û sîwqastan dikin. Armanca van kiryaran jî ew e ku aloziyên ava bikin, jiyana sivîlan bixin xeteriyê, ewlehî û aramiya herêmê têk bibin.”

Ezab îşaret bi serkeftinên QSD’ê yên li dijî terorê kir û wiha pêde çû: “QSD’ê serketineke mezin li dijî mezintirîn rêxistina terorîst a cîhanê bidest xist. QSD’ê li Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê DAIŞ têk bir. Heman demê de di rêya rizgarkirina gel de gelek şehîd dan. Şerê li dijî şaneyên DAIŞ’ê hê jî berdewam e. Şane hewl didin çi firset an jî aloziyekê ji bo vegera aktîfkirina xwe bi dest bixin. Lê QSD bi ser wan de digire.”

Ezab hikumeta Sûriyê û rejîma Tirk bi afirandina fîtneya etnîkî û mezhebî ya di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de tewanbar kir û wiha pêde çû: "Armanca fîtneyê dirêjkirina aloziya Sûriyê, têkbirina destkeftiyên QSD’ê yên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin e.”

Ezab girêdayî rola Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya di zanakirina şêniyan de, wiha axivî: “Partiya Pêşerojê ya Sûriyê gelek hevdîtin bi gel re pêk anîn. Panel û semînerên bi hedefa sepandina projeya demokratîk a ku hertim hewl dide fitne û şerê navxweyî  asteng bike li dar xistin. Her wiha bi rêya vê projeyê jiyana hevbeş û biratiya gelan misoger dibe."

Ezab Ebod di dawiya axaftina xwe de bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dora QSD’ê kom bibin, baweriyê bi hêzdayîn û qurbaniyên pêşkêş kirine, bikin û wiha bi dawî kir: "Da ku rêxistibûyîneke parastinî ya xurt bê avakirin, rêgeza wê ya bingehîn vîna gel e. Vîna gel jî hedefa yekane ya sekna li hember komployan e.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZPACV7kieaE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>