YE`yê ji Enqereyê re: Yekser xebatên li deryaya Spî rawestîne

Wezîrê Derve yê YE`yê Josep Borrell yekşemê bang li Enqerayê kir ku "yekser" xebatên lêgerîna li gazê li deryaya Spî rawestîne. Ev yek piştî ragihandina Tirkiyê ku dê van xebatan berfireh bike, pêk hat.

YE`yê ji Enqereyê re: Yekser xebatên li deryaya Spî rawestîne
16 tebax, 2020   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Ewropî bi daxuyaniyekê wiha got: "Mixabin, tiştên ku Enqereyê ragihandiye rageşiyê zêde dike û ewlehiyê têk dibe. Her wiha kedên berdewamkirina dan û standinan vala derdixe. "

Wezîrê derve yê Yekitiya Ewropayê (YE) bang li hikumeta Tirkiyê kir ku çalakiyên xwe yekser rawestîne û têkiliyên xwe bi YE`yê re baş bike.

Hêjayî gotinê ku, yekşemê Tirkiyê ragihand ku dê xebatên xwe yên lêgerîna li mêrgên gazê li herêma bi nakok a li rojhilatê deryaya Spî, berfireh bike. Tirkiyê bi vê yekê li dijî bangewaziyên YE`yê yên kêmkirina rageşiyê, derdikeve.

(cx)