​​​​​​​Artêşa Lîbya: Bazirganî bi laşên çeteyên Sûriyê yên kuştî tê kirin

Berpirsekî artêşa Lîbyayê eşkere kir ku cenazeyên çeteyên Sûrî yên li Lîbyayê hatine kuştin bê endamên aktîf  ên laşên wan radestî malbatên wan hatin kirin.

​​​​​​​Artêşa Lîbya: Bazirganî bi laşên çeteyên Sûriyê yên kuştî tê kirin
16 tebax, 2020   18:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê rêveberiya beşê manewî yê artêşa Lîbyayê Xalid El-Mehcûb ji Arabia Net re daxuyand ku li gorî agahiyên ku ji Sûriyê wergertine, piraniya cenazeyên çeteyan ku ji Lîbyayê digihêjin dergeha Hiwar Kilis ê leşkerî yê li bajarê Helebê endamên laşên wan hatine dizîn da ku pê bazirganiyê bikin. Heta niha aliyên li pişt vê yekê nayên zanîn.

El-Mehcûb wiha lê zêde kir: "Dema ku cenaze pir dibin, wan dixin kamyonên bombebarkirî û diteqînin. Piştre dibêjin ku di teqînan de hatine kuştin."

Li gorî daneyên nû yên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) zêdetirî 450 çeteyên ji Sûriyê ku di nava wan de zarok jî hene di şerên Lîbyayê de û bi taybetî di şerên li Terabilus û herêmên di bin serweriya hikumeta Wîfaq de, hatine kuştin.

(cx)