SOHR: Dewleta Tirk çeteyên sûrî bi xebatkirina li Qeterê xapandin, lê şandin Lîbyayê

SOHR’ê eşkere ku dewleta Tirk çeteyên sûrî xapand ku dê wan bişîne Qeterê da ku bixebitin, lê belê ew şandin Lîbyayê.

SOHR: Dewleta Tirk çeteyên sûrî bi xebatkirina li Qeterê xapandin, lê şandin Lîbyayê
16 tebax, 2020   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) di rapora xwe ya dawîn a têkildarî tevgera veguhastina çeteyan de daxuyand ku dewleta Tirk bi dehan çeteyên sûrî xapand ku dê wan ji bo erkeke hêsan a parastina avahiyan bişîne Qeterê, lê belê piştî ku çete çûn, dîtin ku perspektîf û berê wan hatine guhartin.

SOHR’ê diyar kir ku istîxbaratên dewleta Tirk nêzî 120 çeteyên alîgirên Enqereyê xapandine. Her wiha bi wan re li hev kir ku dê wan ji bo parastina saziyên sivîl bişîne Qeterê. Lê belê di dema derketina wan ji herêma Efrînê ya Sûriyê de ber bi dewleta Tirkiyê ve, dîtin ku berê wan ber bi Lîbyayê ve ye, da ku piştevaniya hêz û komên hikumeta Wîfaqê ya Terablusê bikin.

SOHR’ê da zanîn ku istîxbarata dewleta Tirk herî kêm nêzî 120 çeteyên ji komên Suleyman Şah, Feyleq El-Şam û Sultan Murat ji herêma Efrînê ber bi dewleta Tirk ve veguhastine û piştre ber bi Lîbyayê ve şandin.

Li gorî serjimariyên SOHR’ê hejmara çeteyên ku heta niha çûne xaka Lîbyayê nêzî 17 hezar û 420 çeteyên sûrî ne, jê 350 zarokên kêmî 18 saliyê ne.

(fr)