Trump soza ferzkirina cezayan li ser Îranê da

Serokê Amerîkayê Donald Trump got dê welatê wî di hefteya bê de ji bo aktîfkirina benda di peymana nukleerê ya bi Îranê re îmze kiriye tev bigire da ku careke din cezayan li ser Îranê ferz bike.

Trump soza ferzkirina cezayan li ser Îranê da
16 tebax, 2020   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Trump di civîneke çapemeniyê ya duh de got dê berê xwe bide aktîfkirina makanîzmeya "Snapbackê" ku her dewletek peymana nukleerê di 2015’an de bi Îranê re îmze kiriye dikarî cezayan li ser Îranê ferz bike. Trump wiha domand: "Dê tedbîrên bersivdanê li ser tiştên di Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de bûye, pêk bînin."

Rêgeza" Snapback" an jî makanîzmeya "vegera otomatîkî ya cezayan" li gorî biryara 2231’an e. Her wiha ev makanîzme ji her dewleteke ku peymana nukleerê îmze kiriye, heke Îranê tu bendên peymanê bin pê kirin, dikare giliyên xwe rake NY‘yê.

Li aliyekî din jî dewletên endam dikarin tevahî cezayên navneteweyî li ser Îranê ji yek alî ve pêk bînin.

Piştî du mehên din, wê qedexekirina şandina çekan ji Îranê bidawî bibe, hikumeta Amerîkayê jî wê li ser Îranê sekandina tevahî çalakiyên derxistina Uraniumê ferz bike, her wiha dahatûyên girêdayî wan çalakiyan jî qedexe bike.

Bi wê re jî dê nehêle Îran moşekên balîstî yên ku dikarin seriyên nukleerê hilgirin, bi pêş bixwe û wê cezayan li ser bi dehan endam û blokên girêdayî vê yekê jî ferz bike.

 (fr)