Li kampa koçberên Girê Spî jin xwe birêxistin dikin  

Li kampa koçberên Girê Spî ku 1220 jin tê de hene, bi baweriya vegera warê xwe li dijî hemû astengiyan liberxwe didin û xwe bi rêxistin dikin.

Li kampa koçberên Girê Spî jin xwe birêxistin dikin  
Li kampa koçberên Girê Spî jin xwe birêxistin dikin  
Li kampa koçberên Girê Spî jin xwe birêxistin dikin  
Li kampa koçberên Girê Spî jin xwe birêxistin dikin  
Li kampa koçberên Girê Spî jin xwe birêxistin dikin  
Li kampa koçberên Girê Spî jin xwe birêxistin dikin  
Li kampa koçberên Girê Spî jin xwe birêxistin dikin  
Li kampa koçberên Girê Spî jin xwe birêxistin dikin  
Li kampa koçberên Girê Spî jin xwe birêxistin dikin  
Li kampa koçberên Girê Spî jin xwe birêxistin dikin  
16 tebax, 2020   07:11
EYN ÎSA – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagiker ku ji komkujiya têrnabe 9’ Cotmeha 2019’an êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Piştî êrişên dagirkirinê şêniyên bajarê Girê Spî Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen neçarî koçberiyê bûn. Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kampek li nêzî bajarokê Til Seminê yê 15 km dikeve başûrê navçeya Eyn Îsayê û li bakurê bajarê Reqayê, vekir. Di kampê de 970 kon hene ku di her konekî de herî kêm yek herî zêde 6 malbat dijîn. 730 malbat ango 3 hezar û 557 koçber ku di nav de 1220 jin û 1720 zarok hene li kampê bi cih bûne. Ji wan 53 jinên dûcanî, 390 kesên nexweş û astengdar in.  Di nav dû mehên dawî de 459 koçber nû ji Girê Spî ji destê dagirkeran derketin û di kampê de bi cih bûn.

LI KAMPÊ KOMÎN Û KOPERATÎF

Koçberên kampê rêxistina xwe bi rêya avakirina koperatîf, komînan berdewam dikin. Koperatîfên Kuafor, terzî û baxçe hem yên giştî hem jî yên xweser hatine avakirin. Dû bexçe li kampê hatine avakirin ku îsot, bacan, bacanê reş, dendik, zebeş, petîx, miloxî, hatine çandin. Di bexçê koperatîfa xweser de tenê jin kar dikin. Di nav rojê de 2 caran tên avdan ku ji bo kemasiya avê pirsgirêka ternexinê dû xizanên avê amadekirine. Berhemên bexçe li kampê tên firotin û pereyê dimîne jî dikeve sindoqa kampê û li gor pêdiviyan tên bikaranîn. 38 komîn li kampê de hene ku her 10 konan de komînek heye. Sibehê komîn nan li koçberan belav dike. Di aliyê pêdiviyên jiyanî û çareserkirina pirsgirêkan de birêxistinî tevdigerin. Koçberan amadekariya zivistanê jî kirine ku bacan, bîber, bacanê reş yên bexçê kampê ji ta re derbaskirine û derdora konên xwe daleqandine ku ziwa bibin. Ewlehiya kampê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve pêk tê. Kamp 24 saetan bi kamereyan tê şopandin.

Li dibistana kampê 1922 xwendevan ji 35 mamosteyên di kampê de perwerdeyê dibînin.  Xwendekar li gorî materyalên ku li dibistanên xwe dibirin, perwerde dibînin. Her wiha perwerdeya zarokan beşa seretayî, navîn  ku bi zimanê kurdî û erebî tê dayîn.

TEDBÎRÊN LI DIJÎ KORONAVIRÛSÊ

Niha di çarçoveya pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê dibistan girtine. Her wiha bêdestûra rêveberiya kampê ketin û derketin qedexê ye. Kesên ku bixwazin derbas bibin destpêkê rûpela destûrê pê re hebe. Li ber dêriyê kampê ku rêveberiya kampê di çarçoveya parastina ji virûsa korona bîdona avê danîne. Endamên hêzên ewlekariyê jî bi lepik û maskê nobedariyê dikin. Kesê ku bixwazê derbasî kampê bibe divê destê xwe bişo, paşê ji aliyê endamên hêzên ewlekariyê vê germahiya laşê wan tê girtin. Destê wan tên dezenfekte kirin û derbas dibin. Heya niha tu rewşek koronavirûsê li kampê derneketiyê, lê amûrên dezenfekte û parastina kesayetî kêmin. Navenda tendûristiyê ya li kampê,  bi kêm derfetan kar dike.

Astengî, zexmetî, berxwedan û hêviyên koçberên Girê Spî me guhdar kir.

‘KEÇA MIN ÇÊ BIBE NAVÊ BIKIM EMEL (VEGER)’

Îlham Ebdilhalîm Şêx ku 6 mehin li kampê de bi cih bû ye dayîka 5 zarokan e û dûcanî ye. Îlham zexmetiyên ku li kampê dikşîne wiha vedibêje: “Ferq heye ku zarok li mal de yan jî kampê de dayîk bibe. Ez dixwazim zarokê min li bajarê xwe de di nav aramiyê de dayîk bibe ne di nav êş û azarên koçberiyê de. Ger keça min çê bibe ez ê navê Emel kû bi erebî tê wateya ‘veger’ lê bikim. Hêviya vegera welat li keça min re  bibe. Zexmetiyên li kampê bandorî li zaroka min jî dike. Ev erdê bav û kale me ye. Dagir kiribin jî ew erd neya dagirkerane. Û em zanin ku rojek vegerin erdê xwe.”

Rama Beac ku bi dûcaniya xwe re hat koçber kirin lawê xwe li kampê anî cihanê. Rama anî ziman ku wan ji ber  dagirkirina welat û koçberiyê gelek zexmetî kişandin  û got: “Dema me koçber bûn ez dûcanî bûm û zarokê min li kampê dayîk bû. Ev êşek gelek mezin e ji bo dayîk ê. Ji bo zarokê min dîroka xwe baş bizanibe ez ê her behsa vê koçberî û zilma dagirkeran bikim. Niha jî jinên ku li Girê Spî mane rastî qetilkirin, tecawûz, îşkenceya tên. Armanca wan têkbirina vîna jinê ye. Çete dijberê azadiya jinê ne û yekser hedefa wan jinin. Em tenê dixwazin li welatê xwe vegerin û di nav aramiyê de bijîn. Em jiyana xwe ya berê ya di nav aramiyê dixwazin.

‘HER KU DIÇE BAWERÎ Û HÊVIYÊN VEGERÊ MEZINTIRÎN DIBIN’

Narîn Ebdirahman jî diyar kir ku ji bo baweriya vegera Girê Spî li kampê de tam bicih nabin û got: “Her çiqas em li kampê de bin jî tam em cih nabin ku em li benda vegerê ne. Rojanê hêviyên me yên vegerê mezintirîn dibin. Her çiqas çeteyan malên me talan kiribin û xerabkiribin jî em ê dîsa ji nû de ava bikin. Em vê hovîtî û êşa ku me dan kişandin tu carî ji bîr nakin. Zexmetiyên kampê gelekin. Havînê de ev der gelekî germe, jinên dûcanî hene, zarokên nû dayîkbûne, yên nexweş, jinên temen mezin hene. Kon ne wekî malên me ye. Dijmin li vir tine ye û em li vir di nav aramiyê de ne. Zexmetî hene li kelêka wê jî rêxistinbûyîn jî heye. Taybet em jin ji bo çareserkirina pirsgirêkan her tên gel hev û bi nîqaş, civînan çareseriya pirsgirakan pêyde dikin. Raste em koçberbûne, raste erdê me hatiye dagirkirin lê em ê hertim sistema xwe bidin meşandin. Em xwe bi xwe rêxistin dikin û xwediyê fikra Rêber APO ne.”

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vOXz3Bsvrhg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>