Koçberên li kampan ji ber belavbûna Koronavîrûsê ditirsin  

Rêveberiya Kampa Waşûkanî tevî derfetên kêm bi hevkariya Heyva Sor a Kurd pêşî li belavbûna Koronavîrûsê digre. Lê dîsa koçber derbarê vê yekê de metirsîdar in û bang li rêxistinên mirovî dikin ku destwerdanê bikin.

Koçberên li kampan ji ber belavbûna Koronavîrûsê ditirsin  
Koçberên li kampan ji ber belavbûna Koronavîrûsê ditirsin  
Koçberên li kampan ji ber belavbûna Koronavîrûsê ditirsin  
Koçberên li kampan ji ber belavbûna Koronavîrûsê ditirsin  
Koçberên li kampan ji ber belavbûna Koronavîrûsê ditirsin  
Koçberên li kampan ji ber belavbûna Koronavîrûsê ditirsin  
Koçberên li kampan ji ber belavbûna Koronavîrûsê ditirsin  
16 tebax, 2020   06:12
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM-COZA ÎBRAHÎM

Rêveberiya Xweser ji bo pêşî li belavûna Koronavîrusê bigire, gelek tedbîr girt, lê dîsa jî li gelek bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.

Têkildarî belavbûna vîrusê şêniyên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirsîdar in, ji ber heke belav bibe ew ê kareseteke tenduristî çêbibe û êşa koçberên li kampan dimînin dijwartir bibe, li aliyekî din jî ew ê barê Rêveberiya Xweser jî girantir bibe.

Yek ji van kampan Kampa Waşokanî ye, 12 km dikeve rojavayê navenda Hesekê, koçberên ji Serêkaniyê û gundewarên wê lê bi cih bûne. Dewleta Tirk û çeteyên wê 9`ê Cotmeha 2019`an êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kirin û rêxistinên mirovî yên li herêmê yekser vekişayan, lewma rewşa koçberan a tenduristiyê ne zêde baş e.

Rêveberiya Kampa Waşokanî û nuqteyeke Heyva Sor a Kurd bi tevahiya derfetên xwe hewl didin li kampê virus belav nebe û tedbîrên pêwîst girtine.

Rêveberiyê sardana ji kampê re xedexe kiriye, ji bo parastina tenduristiya welatiyan çûn û hatin jî qedexe kiriye û ji bo rewşên muhteml e derkeve kon veqetandine.

Şewba Koronavîrusê êşeke din xiste ser êş, koçberkirin û zehmetiyên koçberan û di vê der barê de koçbera ji Serêkaniyê ya li kampa Waşokanî dimîne Cîhan Abdullqadir axivî û got: “Piştî virus li herêmê belav bû, em tenê dema pêwîstî pê hebe ji konên xwe derdikevin, niha jî ji bo keça xwe derman bikim ji konê xwe derketime.”

Koçberê bi navê Sîno Ebdo jî axivî û da zanîn ku ew parastina xwe ji virusê dikin, dema ji malên xwe derdikevin dûrî hev û din dikevin û piştî qedexeya derketina derve li kampê hatiye ragihandin ew sardana tu kesî nakin.

Koçbera bi navê Sîham Îsa jî ji gundê Menacîr ê Serêkaniyê ye, bi lêv kir ku ew domdar konê xwe dezenfekte dike, heta dema di bin kon de bin jî dûrî hev rûdinin.

Sîham Îsa bang li rêxistinên mirovî û tenduristiyê kir ku  ji bo virus li kampê belav nebe bibin alîkar, ji ber heke belav bibe ew ê keraseteke mirovî çêbibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hBkWZ20D3vo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>