‘Hêvî qut nekir û li benda rizgarkirina Minbicê ma’

Agahiya destpêkirina pêngava rizgarkirina bajarê xwe bi rêya televîzyonê bihîst. Wê demê zanî dê piştî reşiya ku çeteyên DAIŞ’ê bi xwe re aniyê bajêr, ronahiyê bibîne. Her çendî rojên bi êş jiyan kir jî, lê hêvî qut nekir û li benda rizgarkirina Minbicê ma. Piştî rizgarkirinê çavên xwe kil da.

‘Hêvî qut nekir û li benda rizgarkirina Minbicê ma’
16 tebax, 2020   06:13
MINBIC

Fatma Beko (40) ji yek jinên bajarê Minbicê ku li gel wê hûrgiliyên destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê heta roja rizgarkirina wê hene.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 31’ê Gulana 2016’an de ragihand ku dest bi hemleya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê, kiriye. Fatma Beko ew agahî ji televîzyonê bihîst. Girêdayî vê Fatma Beko wiha got:  “Dema ku min agahî bihîst, ez pir kêfxweş bûm. Ji ber min zanî piştî reşiya ku çeteyên DAIŞ’ê bi xwe re anîbû bajêr,  dê roniyê were."

Piştî ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê hemleya rizgarkirina bajêr dest pê kir, çeteyên DAIŞ’ê dorpêçekî giran li ser bajêr ferz kir, ketin û derketin ji bajêr qedexe kir, kehrebe û av li ser sivîlan qut kir û dest danîn ser dikanên xwarinê.  Fatma Beko got:  "Me av ji bîrên kevn dianî da ku karibin bijîn û li ber xwe bidin."

Fatma Beko serpêhatiya xwe ya piştî dorpêçkirina  bajêr wiha vegot: "Me astengî di dabînkirina madeyên xwarinê de didîtin. Ji ber çeteyan her tişt birin.  Lê me nan li malê dipêjt. Her wiha em bi awayên rêzên dirêj li pey hev disekinîn heta ku me kîloyek kosa yan jî bacanê reş bibira. Lê dabînkirina şîrê zarokan hema hema ne pêkan bû."

Fatma Beko da zanîn ku wan her kêliyekê mirin dixwest û wiha got: "Dengê gule, top û balafiran di saetên şevê de ranediwestîn. Lê her parçeyeke biçûk ji bajêr dihat rizgarkirin hêvî nû dibûn. Me dixwest bi rizgarkirina bajêr re çavê xwe kil bikin.”

EZ Ê HAY JI XWE HEBIM

Fatma Beko diyar kir ku wê gelek caran hewl da ku xwe bigihîne  herêmên ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê rizgar kirine, lê bê encam bû û wiha pêde çû: "Di her cara ku me hewl dida birevin, çeteyan gule li me direşandin. Nedihiştin em derkevin da ku me bikin mertalên zindî. Ji lew re neçar diman bi paş ve bikişin. Dema hewldana reva me ji bîra min naçe. Kalemêrek hebû, dema çeteyan em gulebaran kirin ew ji lingê xwe birîndar bû. Me hewl da alîkariya karlemêr bikin, lê wî red kir û got hûn biçin û xwe rizgar bikin û ez ê hay ji xwe hebim."

Fatme Beko wiha domand: "Piştî demeke kin ji meşê, me dengê şervanên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bihîst. Her wiha piştî vekirina korîdorê şervanan em û kalemêr birin herêmeke biewle."

Fatma Beko diyar kir ku dema ew gihiştin hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hîs kir ku ji nû ve ji dayik bûye.

Bajarê Minbic û gundewarên wê di 15’ê Tebaxa 2016’an bi destê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KTGsHZ1ceGs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>