Trump wê di 20`ê Tebaxê de Kazimî pêşwaz bike

Serokê Amerîkyayê Donald Trump wê di 20`ê Tebaxê de, Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî li Koşka Spî pêwaz bike.

Trump wê di 20`ê Tebaxê de Kazimî pêşwaz bike
8 tebax, 2020   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka spî bi daxuyaniyekê got:" Ev serdan ku dê di 20`ê Tebaxê de pêk bê, di demeke hesas a ji bo DYA`yê û Iraqê çêdibe. Em hevkariya ji bo têkbirina DAIŞ`ê bi awayekî giştî û sekandina li hemberî koronayê, dewam dike."

Li gorî AFP`ê, di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:" DYA û Iraqê wek hevkarên hev ên nêz hewldidin ku têkiliyê xwe berfereh bikin. Di heman demê de, wê rewşa ewlehiyê, enerjî û tenduristî jî nîqaş bikin."