Dewleta Tirk qanûnên Ewropayê binpê dike û frokeyên biçek rêdike ji Lîbyayê re

Li gorî toreya Erebiyê, ruxmî bangawaziyên dubarekirî yên rawestandina mudexelekirina kar û barên Lîbyayê, dewleta Tirk 4 frokeyên biçek û çekên pêşketî radestî hikumeta Wîfaq kirin.

Dewleta Tirk qanûnên Ewropayê binpê dike û frokeyên biçek rêdike ji Lîbyayê re
8 tebax, 2020   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniya ji toreya Erebiye re piştrast kir ku balafirek barkirî ya dewleta Tirk ji baregeha Watiye ber bi Tirkiyê ve firî. Li gorî toreya Erebiye, pirî caran balafirên barkirî yên dewleta Tirk barên li baregeha Watiye ya li rojavayê Lîbyayê vala dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê roja pêncşemê ragihandibû ku dewleta Tirk beşek nû ji çeteyên Sûriyê şandiye Lîbyayê. Ev yek di çarçoveya domandina veguhestina çeteyên Sûriyê ber bi Lîbyayê ve de pêk tê. Navendê diyar kir ku 300 çeteyên Sultan Murad, El-Hemzat û Sultan Silêman Şah gihaştine Lîbyayê.

Li gorî daneyên SOHR hejmara çeteyên Sûriyê yên ku diçin Lîbyayê heta niha gihaştiye 17 hezar û 300 çeteyan di nav de 350 kes temenên wan di binî 18 saliyê de ne.

SOHR`ê da zanîn ku derdora 6 hezar çeteyên Sûriyê piştî ku peymanên wan qedîne û pereyên girtine, vegerîne Sûriyê.

 (şx)