Komîteya Aboriyê sedemên derengmayîna vekirina 3 firinên li Şedadê eşkere kir

Komîteya Aboriyê ya Mecilsa Navçeya Şedadê diyar kir ku ji ber gelek sedeman ku yek ji wan xemsariya veberhêneran e, vekirina her 3 firinên ku dihat payîn di 20`ê Tîrmeha borî de bên vekirin dereng ma.

Komîteya Aboriyê sedemên derengmayîna vekirina 3 firinên li Şedadê eşkere kir
7 tebax, 2020   07:11
HESEKÊ- BASIM EL-DEXÎL

Piştî civîna bi Meclisa Navçeya Şedadê re Desteya Aboriyê ya kantona Hesekê ya ji beriya mehekê  li ser vekirina 3 firinan li navçeya Şedadê, erê kiribû.

Biyara vekirina firinan piştî giliyên şêniyan ên li ser kêmbûna madeya nan ku êdî pêwîstiya navçeyê û gundên wê bi cih nayîne, hatibû dayîn.

Dihat payîn ku her 3 firinên li ser vekirina wan hatibû erêkirin li gundên Herîrî, Ebdan û Hedadiyê yên navçeya Şedadê di 20`ê Tîrmeha borî de bihatana vekirin. Lê ji ber gelek sedeman vekirina firinan dereng ma.

Yek ji rêveberên Komîteya Aboriyê ya Meclisa Navçeya Şedadê Fehid El-Xidêr ji ANHA`ê re daxuyand ku firina Ebdan ji aliyê lêkirin û alavan ve bi temamî amade ye û dê li gorî biryara Desteya Aboriyê û Komîteya Firnan 3 ton ard jê re bên dayîn.

SEDEMÊN DERENGMAYÎNÊ

El-Xidêr destnîşan kir ku sedema derengmayîna amadekirina firna Herîrî ji ber xemsariya veberhêneran di amadekirina avahiyê de ye, ku dihat payîn di 20 rojan de bi dawî bibe. Lê belê ji ber wê sedemê me proje radestî veberhênerekî din kir.

El-Xidêr diyar kir ku di dema amadekirina avahiya firinê de xuya bû ku rûber biçûk e û têra avahiyê nake û divê bê berfirehkirin.

Her wiha got niha alavên nû yên li gorî avahiya firna Herîrî tên amadekirin û dê di kêmtirî mehekê de bikeve xizmetê.

Têkildarî firina Hedadiyê jî, El-Xidêr da zanîn ku Meclisa Erîşa ya herêmî çavdêriya wê dike û sedemên derengmayînê eşkere nekir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku aloziya nan hîna berdewam e û şênî bi taboran li ber deriyên firnan disekinin. Hemwextî wê yekê Rêveberiya Xweser ji ber belgekirina nexweşên Koronavîrusê, qedexe ragihand.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ABXgjrwGD8w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>