Mijarên rojnameyên erebî - 7 Tebax

Peymana nû ya di navbera Misir û Yewnanistanê de asoyên nû yên hevkariya herêmî di warên enerjî û sûdgirtina ji berhemên herêma aborî de vedike. Her wiha rê li pêşiya dewleta Tirk digire ji bo ku li Rojhilata Navîn fireh nebe.

Mijarên rojnameyên erebî - 7 Tebax
7 tebax, 2020   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro rojnameyên erebî behsa gelek mijaran kirin; Îran, Amerîka û Îsraîlê bi pêkanîna teqîna ku li paytexta Lubnanê Beyrûtê pêk hatiye tawanbarkirin û hevakriya Misir û Yewnanistanê ji bo ku rê li pêşiya firehbûna dewleta Tirk li Rojhilata Navîn bigirin.

ŞERQ EL-EWSAT: ÎRANÊ CAREKE DIN DYA Û ÎSRAÎL JI BER TEQÎNA LI LUBNANÊ TAWANBAR KIRIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat di vî warî de wiha nivîsand: “Rayedarên Îranê duh pêncşemê careke din DYA û Îsraîl bi pêkanîna teqîna li bendera Beyrûtê ku di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran birîndar bûn, tawanbar kirin.”

Li gorî hin malperên Îranê, sekreterê giştî yê Meclisa Teşhîskirina Berjewendiyên Dewleyê Mihsin Ridaî got: “Bûyer li gorî tevgerên Îsraîl û Amerîkayê yên salên dawî ye. Em ji vê bûyerê bi guman in û veguherandina şerê aborî bi şerê leşkerî û şerê stratejîk ê jiyanî bi bombeya nukleerî nîşan dide.” Ridaî di gotinên xwe de Amerîka û hevalbenda wê Îsraîl bi pêkanîna “Hîroşîmaya genim” mîna ku teqîna Beyrûtê bi nav kiriye, tawanbar kir.

Her wiha li gorî heman malperan, Ridaî diyar kir ku siyaseta Trump mîna siyasetên serokên Amerîka yên berê George Bush û Ronald Reagan e ku girîngî didan şerê aborî.

Ridaî encamên teqînê bi encamên cezayên Amerîkayê yên ku bûn sedem ku nirxê lîreyê Lubnanê dakeve, şiband.

Li aliyekî din berdevkê Komîteya Siyaseta Derve û Ewlehiya Neteweyî ya parlamentoya Îranê Ebû El-Fedil Amûî li ser hesabê xwe ya li Twitterê got: “Divê gelê Lubnanê yekitiya xwe biparêze û ji komployên dijminên siyonîst hişyar bin.”

Her wiha fermandarê Artêşa Pasdarên Hisên Selame careke din girêdayî teqîna Beyrûtê axivî û got: “Em gelê Lubnanê di van şertên dijwar de bi tenê nahêlin. Me amadekariyên xwe temam kirine da ku alîkariya gelê Lubnanê bikin.”

Serokê Îranê Hesen Rûhanî bi rêya telefonê bi hempêşiyê xwe yê Lubnanê Mîşel Ewn re axivî û ragihand ku ew amade ye alîkariyan bişîne Lubnanê.”

EL-EREB: MISIR Û YEWNANISTAN LI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ DERIYAN LI PÊŞIYA DEWLETA TIRK DIGIRIN

Rojnama El-Ereb bal kişand ser ku Misir û Yewnanistan li rojhilatê Deryaya Spî deriyan li pêşiya dewleta Tirk digirin û wiha nivîsand: "Misir û Yewnanistanê roja pênşemê li Qahîreyê bi beşdariya wezîrên karên derve yên her du welatan hevpeymaneke dîrokî ji bo xêzkirina sînorên deryayî mohr kir. Bi vê yekê rê li pêşiya Enqereyê girt ku hewl dida têkiliyên xwe yên bi hikumeta Fayiz Serac re bi kar bîne û li herêmê fireh bibe.

Hevpeyman gelek kaxizên ku dewleta Tirk hewl dide li rojhilatê Deryaya Spî bi kar bîne,  berbelav kirin. Dewleta Tirk bawer dikir ku pêkhatina lihevkirinekê di navbera Qahîre û Atînayê de gelekî zehmet e û dê demeke dirêj bixwaze heta ku hêzên wê yên deryayî bikarin li herêmên aborî tev bigerin. Ev herêmên aborî yên ku dewleta Tirk xwest bi kar bîne da ku destkeftiyan bi dest bixe.

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dundas diyar kir ku hevpeymana di navbera serokê hikumeta Wîfaqê ya li Terablusê Fayîz Serac û dewleta Tirk de ne qanûnî ye û qanûnên navdewletî binpê dike. Welatê wî li herêmê bi hevkariya Misirê gelek zehmetiyan dikişîne. Her wiha hevpeymanên welatê wî li gorî rêgezên qanûnên navdewletî ne.

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê di civîneke çapemeniyê ya bi wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şikrî re da zanîn ku hevkariyeke domdar di navbera her du welatan de heye û dema bê, ev têkilî dê di tevahiya waran de xuya bibe.

Dewleta Tirk bi lez bi rêya Wezareta Derve lihevkirin red kir û got ev lihevkirina xêzkirina sînorên deryayî di navbera Qahîre û Atînayê de ne rewa ye.”

El-BEYAN: LI LÎBYAYÊ DESTPÊKA BERXWEDANA GEL

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Çavkaniyekî ji êlên Lîbyayê diyar kir ku berxwedanek li rojavayê Lîbyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker dest pê dike.”

Çavkanî ji El-Beyan re piştrast kir ku êlên herêma rojavayê ji fermandariya artêşê xwest ku piştgiriya însiyatîfê berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyan bike. Li gel wê jî, fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfa Hefter geşedanên leşkerî yên dawîn û amadekirina yekîneyan şopand.