Li Kobanê nexweşiya laşmanya belav bûye

Li gundewarên bajarê Kobanê û gundên girêdayî navçeya Sirînê zêdetirî hezar û 75 kes bi nexweşiya laşmanyayê ketine. Heyva Sor a Kurd ji bo rê li belavbûna nexweşiyê bigire ketiye nava tevgerê.

Li Kobanê nexweşiya laşmanya belav bûye
Li Kobanê nexweşiya laşmanya belav bûye
Li Kobanê nexweşiya laşmanya belav bûye
Li Kobanê nexweşiya laşmanya belav bûye
7 tebax, 2020   06:01
KOBANÊ

Nexweşiya laşmanya nexweşiyeke çerm e û bi rêya hin cureyên mêş û moran belav dibe. Laşmanya yek ji nexewşiyên li cîhanê yên belav e û gelek cureyên wê hene. Piştî ku cure mêşek bi mirov vedide, cihê ku lê nexweşî belav dibe, çerm dirize.

Laşmanya her sal herî zêde di demsala davînê de derdikeve. Di demên dawîn de li gundewarên bajarê Kobanê û bajarokê Sirînê nexweşî zêde belav bû. Li navçeyên Sirînê û gundên derdorê zêdetirî 925 kesan û li Kobanê zêdetirî 150 kes bi laşmanyayê ketin.

Newroz Mustafa Kerio ku çavdêriya odeya dermankirina laşmanyayê ya Heyva Sor a Kurd li kantona Kobanê dike, wiha got: "Li gundên Donxiz, Pêndir, Çariqlî, Zerik, Boxaz û gelek gundên din ên Kobanê belav bûye."

Newroz wiha domand: "Em li gundan hemleyên dermankirinê û yên hişyarkirinê pêk tînin û em şîretan didin xelkê ku di hundir odeyan de yan di bin tiştên tenik de razên. Her wiha em cureyên mêşan bi wan didin nasîn û wan jê hişyar dikin.”

Rêveberiya odeya laşmanyayê 10 beşên derman dide nexweşên laşmanyayê. Heke nexweş di 15 rojan de baş nebû, dîsa bi rêya dermanekî taybe ‘Polkanten’ tê dermankirin.

Li gorî agahiyên ku Navenda Heyva Sor a Kurd a navçeya Sirînê dane ANHA`yê, li wê herêmê zêdetirî 925 kes bi laşmanyayê ketine.

Da ku rê li pêşiya nexweşiyê bigire, Heyva Sor a Kurd belavokên hişyarkirinê belav dike û waneyên li ser çawaniya xweparastina ji vê nexweşiyê dide şêniyên gundan. Her wiha li navendên tenduristiyê yên tabyet dermanên pêwîst peyda dike.

(cx)

ANHA