Hovîtiya dewleta Tirk: Zarokekî qetil kir û endamên laşê wî dizî

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li bajarê Efrînê yê dagirkirî, bi awayekî hovane qetil kir zarokekî Efrînî birîndar kir. Zarok rakirin nexweşxaneyeke bajarê Kilis ê Tirkiyê û endamên laşê wî dizîn, piştre cenazeyê wî radestî malbatê kir.

Hovîtiya dewleta Tirk: Zarokekî qetil kir û endamên laşê wî dizî
4 tebax, 2020   19:51
ŞEHBA

Çavkaniyên ji hundir Efrînê ragihandin ku cendirmeyên Tirkiyê duh li ser sînorên Tirkiyê-Sûriyê li navçeya Şeran, zarokê bi navê Xelîl Nîhad Şêxo (16) yê ji gundê Fêrkan ê Efrînê  hewl dida ji ber zordariya çeteyên Tirkiyê ji Efrînê bireve, 3 gule lê reşand û kuşt.

Piştî ku rakirin nexweşxaneyeke bajarê Kilis ê Tirkiyê, singê wî vekirin û endamên hundirîn ên laşê wî dizîn. Piştre cenazeyê wî radestî malbatê kirin.

Dîmenên ku di dema radestkirina cenazeyê Xelîl de hatin kişandin, xuya dikin ku cenaze hate zik hatiye vekirin û endamên laşê wî hatine dizîn.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ela0oZRTu1U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>