Li dijî baregeha DYA'yê ya li bakurê Bexdayê êrişa bi moşekan

Li dijî baregeha leşkerî ya DYA'yê ya Tacî ya li bakurê Bexdayê êrişek bi moşekan pêk hat.

Li dijî baregeha DYA'yê ya li bakurê Bexdayê êrişa bi moşekan
27 tîrmeh, 2020   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Alsumaria News'ê re got: "4 moşekên katyusha li baregeha Tacî ya li bakurê Bexdayê ketin."

Çavkanî diyar kir ku tiştek bi hêzên ewlekariyê yên li wir nehat.

Piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis a Îranê Qasim Suleymanî û şûnde êrişên li ser baregehên DYA'yê yên li Iraqê zêde bûn.