Ji ber şewitandina bermahiyên zeviyên çandinî  kehrebe li ser dehan gundan qut bû

Li gundên başûrê navçeya Amûdê ji ber şewitandina bermahiyên zeviyên çandiniyê 15 stûnên kehrebeyê şewitînin û kehrebe li ser gundan qut bû.

Ji ber şewitandina bermahiyên zeviyên çandinî  kehrebe li ser dehan gundan qut bû
Ji ber şewitandina bermahiyên zeviyên çandinî  kehrebe li ser dehan gundan qut bû
Ji ber şewitandina bermahiyên zeviyên çandinî  kehrebe li ser dehan gundan qut bû
Ji ber şewitandina bermahiyên zeviyên çandinî  kehrebe li ser dehan gundan qut bû
Ji ber şewitandina bermahiyên zeviyên çandinî  kehrebe li ser dehan gundan qut bû
21 tîrmeh, 2020   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek cotkar piştî ku zeviyên xwe diçînin, bermahiyên wê dişewitînin. Desteya Aborî û Çandiniyê beriya niha hişyarî dabû ku zeviyên bermahiyên  zeviyên çandiniyê neşewitînin ji ber ku madeyên aktîv ên axê telef dike û ziyanê dighîne milkan.

Li gudnên navçeya Amûdê û rêya diweltî ji ber şewitandina bermahiyên zeviyên çandiniyê 15 stûnên kehrebeyê bi hêza 20 KV şewitîn. Ji ber vê kehrebe li ser dehan gundan qut bû.

Buroya Enerjî û Veguhestinê li ser rûpela xwe ya fermî got: " Ev binpêkirina malkên giştî û toreyên kehrebeyê bi taybet e . Ji nûve çakkirina xetên kehrebeyê demek dirêj û gelek xebat û lêçûn pêwîst dike.  "

ANHA