Li Şedadê  motorsikletek bi ajokarê we ve teqiya

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê  motorsikletek bi xwediyê wê ve teqiya.

Li Şedadê  motorsikletek bi ajokarê we ve teqiya
21 tîrmeh, 2020   14:41
HESEKÊ

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê saet di 14:00'an de, motorsikletek bi ajokarê wê ve teqiya. Di encamê de xwediyê wê bi giranî birîndar bû.

Buryer li nêzî kargeha gaze ya 15 km dikeve rojhilatê navçeyê pêk hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dimildest çûn cihê bûyer û birîndar rakirin nexweşxaneya leşkerî. Her wiha lêpirsî dan destpêkirin.

ANHA