Misir:  Tirkiyê biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY'yê binpê dikin

Wezareta Karên Derve ya Misirê, got: "Ti rewabûna ji destwerdana leşkerî û siyasî yên Tirkiyê li kar û barên dewletên Ereb re nîne...ev destwerdan li dijî biryarên Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî ne."

Misir:  Tirkiyê biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY'yê binpê dikin
18 tîrmeh, 2020   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî daxuyaniyên rayedarên Tirk ên girêdayî bangên aliyên Lîbyayî li Misirê ku mudaxeleya şer bikin, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Misirê Ehmed Hafiz bersiv da.

Hafiz bi daxuyaniyekê destnîşan kir "Banga aliyên Lîbyayî hilbijartî û civakî ne. Bang dikin ku bi deseka Misirê bersiva teror û tundrawiyê bidin yên ku azar aniye Lîbyayê û Sûriyê."

Hafiz diyar kir ku der barê destwerdana Tirkiyê ya li kar û barên dewletên ereb de ku aloziya wan kûrtir û girêktir bike, matmayî ma, her wiha got ku destwerdana Tirkiyê ne ji bo çareseriyê lê belê ji berjxwendiyên xwe û hilweşîna dahatûyên gelê Tirkiyê ye.

Misir destwerdana Tirkiyê ya siyasî û leşkerî li dewletên ereb red dike ku ev ne li gorî belgeyên rewa ne û biryarên meclisa ewlehiyê bin pê dike, çi li Iraq, Sûriyê çi jî li Lîbyayê.

Gelên ereb ji çi hewldan û berjewendiyên ku kesên dixwazin wan li gorî berjewendî û hedefên xwe bi rê ve bibe, metirsîdar in.

Her wiha hêzên hikumeta Wîfaqê ya bi piştevaniya Tirkiyê li ser hesabê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfe Hefter gihişt ber bajarê Sirtê.

(fr)