Li Reqayê Yekitiya Pisporên Çandiniyê hate ragihandin

Rêxistinên civaka sivîl ên Reqayê bi armanca pêşxistina çandiniyê li herêmên Reqayê damezirandina Yekitiya Pisporên Çandiniyê ragihand û endamên meclisa rêveber a yekitiyê hilbijartin.

Li Reqayê Yekitiya Pisporên Çandiniyê hate ragihandin
Li Reqayê Yekitiya Pisporên Çandiniyê hate ragihandin
Li Reqayê Yekitiya Pisporên Çandiniyê hate ragihandin
18 tîrmeh, 2020   12:25
REQA

Kongreya damezirîner a Yekitiya Pisporên Çandiniyê li Hola Çand û Hunerê ya Reqayê li dar ket. Nûnerên deste û saziyên çandiniyê tev li kongreyê bûn. 

Di kongreyê de hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê Necah Xileyif behsa rewşa siyasî, bandora neyînî ya li ser çandiniyê ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, berdewamkirina sûcên dewleta Tirk ênli dijî gelê Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Necah Xileyif got tevî Rêveberiya Xweser tedbîr girtine, lê pêkanîna Qanûna Qeyser bandor li rewşa jiyanî li herêmên Rêveberiya Xweser kir.

Paşê hevserokê Yekitiya Cotkaran a Reqayê Mihemed Salim têkildarî girîngtirîn xebatên yekitiyê û girîngiya vê saziyê di pêşxistina rewşa çandiniyê de axivî.

Her wiha beşdaran rêziknameya yekitiyê nîqaş kir, beşên wê hatin nirxandin, hindek guhertin tê de çêbûn û paşê hate erêkirin. Di dawiyê de 7 endamên rêveberiya yekitiyê hatin hilbijartin.

(bx)

ANHA