Pêngava Tunekirina Terorê: Depoyek çekan hate dîtin, çeteyek hate girtin

QSD'ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de depoyeke çekan li bajarokê Şihêl dît û çeteyek jî girt.

Pêngava Tunekirina Terorê: Depoyek çekan hate dîtin, çeteyek hate girtin
18 tîrmeh, 2020   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk duh dabû destpêkirin didome.

Şervanên QSD'ê di çarçoveyê operasyonên paqijkirin û lêgerînê de vê sibehê li bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê depoyeke berê ya çeteyên DAIŞ'ê dît.

Di depoyê de, 2 hezar topên hawinê, 20 mayîn, çeka kilaşînkov tevî guleyên wê û 5 telefon hatin dîtin.

Li aliyekî din jî şervanên QSD'ê çeteyek girt. Li gorî fermandarên meydanî yên QSD'ê tê texmînkirin ku serçeteyekî DAIŞ'ê be.

ANHA