Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Silêman Hemo re xwest

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê li Goristina Şehîd Dîcle sersaxî ji malbata şehîd Silêman Hemo yê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn re xwest.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Silêman Hemo re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Silêman Hemo re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Silêman Hemo re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Silêman Hemo re xwest
18 tîrmeh, 2020   11:00
KOBANÊ

Şehîd Silêman Hemo dema bi erka xwe radibû li nêzî pira Tişrînê şehîd ket û duh li Goristana Şehîd Dîcle bi beşdariya bi sedan şêniyên Kobanê spartin axê.

Konê sersaxiyê li pêşiya Goristina Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê hat vegirtin û bi dehan şêniyên bajêr û gundewarên wê ji vê sibê de serdana kon kir.

Beşdaran têkoşîna şehîd a di pêvajoya salên derbasbûyî de dabû meşandin, bi bîr xist, her wiha amaje bi rola şehîd Silêman Hemo di pêşxistin û xurtkirina sîstema ewlekariyê û piştgiriya ji hevalên xwe yên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re kir.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Silêman Hemo, alên TEV-DEM`ê û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Konê sersaxiyê dê heta danê êvarê vegirtî be.

(eh)

ANHA