​​​​​​​ꞌYekîtiya Kurdan xilasiye’

Endamên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) gotin: “Tekane rêya xilasiya ji qirkirina gelê Kurd yekîtiye, lewma dewleta Tirk bi fikar e.”

​​​​​​​ꞌYekîtiya Kurdan xilasiye’
18 tîrmeh, 2020   00:16
QAMIŞLO-SOLÎN REŞÎD-BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker ku armanca wê qirkirina gelê Kurd e, êrişê herçar parçeyên Kurdistanê dike. Hewl dide destkeftiyên Kurdan têk bibe. Têkildarî mijarê rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê gotin, rêya tekane ya sekinandina qirkirina gelê Kurd yekîtiye.

Serokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Welîd Bekir got:"Dewleta Tirk di pêvajoya dîrokê de bi êrişên hovane yên li dijî başûr Kurdistanê, Bakûr û  Rojhilatê Sûriyê tê naskirin, dîrok şahide komkujiyên li dijî gelê Kurd e. Armanca dewleta Tirk ew e ku destkeftiyên Şoreşa Bakurê Sûriyê têk bibe û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Mînaka wê jî dagirkirina kantona Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye. Piştî ku gelê Kurd gelek destkeftî bidest xistin, dewleta Tirk dest bi êrişan kir. Ji ber ku gelê pêşengtî ji şoreşê re kirin Kurd bûn. Xwe li ser bingeha Rêveberiya Xweser birêxistin kirin.”

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê Welîd Bekir wiha axivî: “Armanca dagirkeran tunekirina gelê Kurd e, ji ber vê yekê pêkhateyên azadîxwaz dike armanc.”

Welîd di dawiya axaftina xwe de got: "Wê siyaseta dewleta Tirk bi bin bikeve, bi yekîtiya Kurdan dê azadîxwaz bi ser bikevin û serkeftin para gelên bindest be."

Cîgira serokê HRRK`ê Narîman Ebdikê bal kişand ser rola yekîtiya gelê Kurd û wiha axivî: "Her kes banga yekîtiya gelê Kurd dike. Lê di rastiya xwe de her kes ji yekîtiya Kurdan ditirse, ji ber ew ê ne ji berjewendiyên wan be, tevî ku li dijî me siyaseta parçe bike û bi rê ve bibe didin meşandin. Lê dîsa jî ew ê îradeya me neşkînin."

Mamosteyê Zanîngeha Rojava Ferîd Sadûn diyar kir ku dema mirov bi hûrgulî li dîroka gelê Kurd biponije mirov tê digihêje ku gelek mînakên siyasetên dewletên dagirker hene ku hewl didin nakokiyan di navbera Kurdan de derbixin. Sadûn got: “Isbata vê yekê jî komikan didin ava kirin û wan li gorî berjewendiyên xwe didin  meşandin. Niha jî dixwazin van nakokiyan derxin, ji ber civaka Kurd ji bo avakirina yekîtiyê kar û xebatan didin meşandin. Ev yek jî li xweşa dijminan naçe. Lê ji bo Kurdan hêviyeke mezin dide avakirin.”

Ferîd Sadûn di dawiya de wiha axivî: "Yekîtiya gelê Kurd dê qezenckirina mafên Kurdan hêsantir bike. Dê beşdarî hemû nîqaşên li Cinêvê û kongreyên navneteweyî yên ji bo doza Kurd û dozên Rojhilata Navîn têne lidarxistin, bibin. Di heman demê de heke yekîtiya qada siyasî, aborî, leşkerî çêbibe û civaka Kurd xwe tevger bike dê tu kes nikaribe destkeftiyên gelê Kurd têk bibe."

(eh)

ANHA