​​​​​​​Rêveberiya Xweser ji ber krîza avê bang kir

Rêveberiya Xweser bang li welatiyan kir ku li hemberî encam û pirsgirêkên "Şerê avê" ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Sûriyê dimeşîne, tedbîrên pêwîst bigirin. Rêveberiyê ji bo rêgirtina li ber kareseteke mezin banga li aliyên têkildarî kir ku erka xwe bi cih bînin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser ji ber krîza avê bang kir
18 tîrmeh, 2020   02:33
REQA- EHMED EL-KEMYAN – EHMED ESAF

Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Medya Bozan û mûdîrê Buroya Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Fadil Mustefa di hevpeyvînekê de bi ANHA'yê re behsa tedbîrên ku Rêveberiya Xweser ji bo derbaskirina pirsgirêkên kêmbûna ava çemê Firatê girtine kirin.

Medya Bozan di destpêka axafina xwe de îşaret bi aloziyên ku li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojilatê wê rû didin kir û got: "Dewleta Tirk û çeteyên wê li hemberî Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû cûre şer û birçîkirinê dimeşîne, raste rast sêniyan dike hedef û zeviyên wan ên çandiniyê dike hedef. Di demên dawî de bi armanca tengavkirin û birçîkirina şêniyan av li ser niştecihên herêmê qut kir."

Medaya Bozan diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêka pirsgirêka kêmbûna avê gelek tedbîr girtin û wiha pê de çû: "Ji wan tedbîran; desekayîna pompên ava vexwarin ku di rêya cenartoran dê were berdan, heke kehrebe qut bibe jî dewam bike. Desteyên Rêveberiyên Herêmî şêniyan heydar dikin ku avê zêde xerç nekin. Her wiha rolên zabîteyê aktîv kirine û hemara wan zêde kirin da ku kesên avê xerç dikin werin muxalefkirin."

Medya bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi komîteyên rêveberiyê re tevkar bin da ku ev krîz were derbaskirin û got: "Em ji şêniyên xwe dixwazin ku hevkar bin da ku vê pirsgirêkê derbas bikin ku zingilê xeteriya wê li deriyê her malekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide."

Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Medya Bozan di dawiya axaftina xwe de banga lezgîn li "Hemû mirovan azad, rêxistinên mafên mirovan, Komkara Ereban, Dewletên Yekitiya Ewropayê " kir ku destwerdanê bikin û nehêlin krîzeke mirovî rasteqîn ji ber qutkirina avê çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve derkeve.

Mûdîrê Buroya Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Fadil Mustefa herêm di pirsgirêkeke avê ya mezin re derbas dibe ji ber kiryarên der mirovî yên ku dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê pêk tîne.

Mustefa wiha domand: "Li gorî peyamên navdewletî ava çemê Firatê di navbera Sûriyê, Iraq û Tirkiyê de hatiye pavekirin. Lê dewleta Tirk bê rêzî nêzî peymanê û deste datîne ser para Sûriyê û Iraq, nemaze piştî ku di salên 80'î yê yên sedsala 20'an de bengava Ataturk ava kir. Di encamê de para herdu welatan a avê ku wekhev bû daket. Tirkiyê avê wekî kaxeza zextê li ser gelê Sûriyê bi kar tîne, ji 500 mîter kabik di saniyekî de daixst 200 mître kabik, ku navbera 40-20 mître kabik kêm kir, 80 mître kabik ji bo avdanê tê bikaranîn."

Mustefa destnîşan kir ku kêmbûna avê bi wî rengî dewam bike, dê ji bo Sûriyê karesteke mirovî be, nexasim ku ji sedî 50 debara xwe ji çandiniyê peyda dikin.

Fadil Mustefa bang li şêniyan kir ku avê xerç nekin, li gorî plana ku Komîteya Çandinî û Avdanê daniye tevbigerin. Her wiha bang li hikumeta Sûriyê kir ku endameke Konseya Ewlekariyê ya NY'yê ye kir ku berpirsyartiya xwe ya li hemberî vê xeteriyê bi cih bîne û gilînameyekê pêşkêşî NY'yê bike.

(rm)

ANHA