Rojeva rojnameyên erebî – 18 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser peyamên Tirkiye-Rûsyayê yên li Sûriyê, rewşa Lîbyayê û baskên Tirkiyê li Cezaîrê kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 18 Tîrmeh
18 tîrmeh, 2020   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: PEVGUHERÎNA PEYAMÊN TIRKIYE-RÛSYAYÊ LI BAKURÊ SÛRIYÊ

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Di du rojên borî de rêzebûyerên leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê, bakur û rojavayê wê pêk hatin, her wiha tê de pevguherîna peyamên artêşa Rûsya û ya Tirkiyê derketin."

Rojnameyê diyar kir ku çavkaniyan ji opozîsyona Sûriyê da zanîn ku tê texmînkirin ku balafirên şer ên Koalîsyona Navdewletî êrişî nuqteyên Îranê li gundewarên Dêrazorê yên rojhilatê Firatê kir ku teqînên dijwar li herêmên di bin seweriya hêzên Îranê û milisên girêdayî wê de li nêzî sînorê Iraqê çêbûn.

Rojnameya Şerq El-Ewsat ku agahiyên xwe dispêre ANHA’yê, daxuyand ku nuqteyeke Rûsyayê li bakurê rojavayê Hesekê rastî bombebarana balafireke nenas hatiye ku tê texmînkirin ya Tirkiyê ye. Di encamê de hejmarek ji leşkerên Rûsyayê birîndar bûn. Ev êriş jî piştî bombebarana Rûsyayê li bajarê Babê ya di bin serweriya çeteyên Tirkiyê de pêk hat.

Di aliyê siyasî de, Moskovê daxuyand ku di navbera cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşînin û nûnerê navneteweyî yê taybet ji Sûriyê Geir Pedersen de pêwendiyeke telefonê çêbû ku tê de li ser xebata siyasî ya sûriyan bi xwe bi piştevaniya NY’yê li gorî biryara 2254’an, hat nîqaşkirin.

Rayedarekî payebilind ê girêdayî Îranê Mihemed Hemşo ragihand ku ji hilbijartinên Meclisa Gel (parlamento) a Sûriyê ya ku sibe dest pê dike, vedikişe.

EL-BEYAN: TIRKIYE SEWQIYATÊN LEŞKERÎ BER BI SIRTEYÊ VE ZÊDE DIKE

Girêdayî Lîbyayê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Milîsên Wîfaqê hêzên xwe ber bi bajarê Sirte yê Lîbyayê ve şandin, tevî wê jî hêzên Tirkiyê bi rêya balafirên keşfê tev digerin. Ew jî nîşaneya êrişekê ye."

Çavkaniyên leşkerî ji El-Beyan re da zanîn ku nakokiya gefên leşkerî li rojavayê bajarê Sirteyê bilind dibe, her wiha li herêmên naverasta welat tevgera mezin a firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê hene.

Çavkaniyan daxuyand ku amadekariyên leşkerî yên hikumeta Wîfaqê yên girêdayî Tirkiyê gihiştin herêmên Qedahî û Boqerîn da ku êrişî Sirte û Cefrayê bikin. Her wiha duh jî balafireke bar a Tirkiyê li baregeha Wetiyê ya asîmanî ya li başûrê Terablusê daket. Her wiha berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî diyar kir ku hêzên artêşê û tevahî yekîneyên leşkerî amade ne bersiva çi êrişeke ji hêla Tirkiyê û hevalbendên wê ve bidin.

EL-EREB: "HEMIS" A ÎXWANÎ ROLA  TIRKIYÊ LI CEZAÎRÊ DILÎZE

Têkildarî destwerdanên Tirkiyê ji dewletên Ereban re rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Îxwanên Cezaîrê ji bo dozên girêdayî lêveger û îdeolojiyê ne li gorî helwestên fermî yên welêt, tev digere. Ev yek dihêle ku dozên berjewendiyan di dosyayên hesas de bin. Rêveberiya welêt helwesteke tekane der barê aloziya Lîbyayê de girtiye. Kesên din jî hikumeta Wîfaqê der barê vegerandina însiyatîfê de pîroz kir û pesnê rola Tirkiyê da, da ku xwe wek destê Enqereyê di hundirê Cezayirê de nîşan bidin, ne wek partiyeke cezaîrî."

Tevgera Civaka Aştî ya Îxwanî (Hemis) li ser zimanê serokê wê Abdulrezaq Meqerî tişta ku bi navê "serkeftinên meydanî" bi nav kir ku heta niha hikumeta Wîfaqê bi dest dixe, pîroz kir.

Hemis derfeta wesîqeta destûrî ku ji bo nîqaşkirinê hatiye pêşkêşkirin, keysbaz kir da ku helwesta xwe di guhertina rola artêşê di pêşerojê de dike, nû bike. Bêyî ku niyetên xwe der barê qedexeya derketinê de ku erkeke wê li derveyî sînore rake û bibe alîgirê pêkanîna ejindeyên Tirkiyê li Lîbyayê û şer di navbera wê û artêşên din de çêbe.”

(fr-bx)