‘Fikir û felsefeya Rêber Ocalan kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e’

Endamê Meclisa Giştî yê PYD`ê şaxê Helebê Emîn Elîko got: “Armanca Tirkiyê ji berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, ji bo negihandina tu çareserî, nêrîn an analîzên Ocalan ji aliyên têkildar ên li herêmê re, ye. Kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn di destê Ocalan de  ye.’

‘Fikir û felsefeya Rêber Ocalan kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e’
17 tîrmeh, 2020   04:16
HELEB- ARIF SILÊMAN

Têkildarî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi taybetî tecrîda ku li ser ferz dike, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD`ê şaxê Helebê Emîn Elîko bi ANHA’yê re hevpeyvînek çêkir. Elîko wiha got: "Tecrîda li ser Rêber Ocalan ji bo negihandina tu çareserî, nêrîn an analîzên wî ji aliyên têkildar re ye. Tirkiye hewl dide  ku hemû têkilî û rêyên gihandina fikr û nêrînên Rêbertî ji bo gel, qut bike."

Elîko behsa siyaseta dewleta Tirk di Sûriyê û derveyî wê de kir û got: "Tirkiyê dixwaze ji nû ve desthilata Osmanî vegerîne û projeya Îxwan Misilîmîn pêk bîne. Her wiha hewl dide  ku bi rêya koçberkirin û birçîkirina gelan, aloziyan kûrtir bike û serweriya xwe li herêmê xurt bike."

Elîko îşaret bi nerakirina tecrîda li ser Ocalan û qedexekirina hevdîtina bi parêzer û malabata wî kir û wiha got: "Dewleta Tirk baş dizane ku hevdîtinên bi Rêber Ocalan re dê rêya diyalogên ji bo dîtina çareseriyan li herêmê veke. Tirkiyê ji van çareseriyan ditirse, ji ber ku çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn dê bi xwe re demokratîkkirina Tirkiyê, Sûriyê û herêmên din bîne."

Elîko di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan dê projeya Îxwan Misilîmîn û Osmaniyan bi dawî bibin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Tct6E-OZEbc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>