Li Amûdê û Hesekê berxwedana Heftanînê hate silavkirin

Li Hesekê û Amûdê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Heftanînê hatin şermezarkirin û berxwedana Heftanînê hate silavkirin.

Li Amûdê û Hesekê berxwedana Heftanînê hate silavkirin
Li Amûdê û Hesekê berxwedana Heftanînê hate silavkirin
Li Amûdê û Hesekê berxwedana Heftanînê hate silavkirin
Li Amûdê û Hesekê berxwedana Heftanînê hate silavkirin
Li Amûdê û Hesekê berxwedana Heftanînê hate silavkirin
Li Amûdê û Hesekê berxwedana Heftanînê hate silavkirin
Li Amûdê û Hesekê berxwedana Heftanînê hate silavkirin
Li Amûdê û Hesekê berxwedana Heftanînê hate silavkirin
16 tîrmeh, 2020   18:46
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Hesekê bi meşekê êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin, berxwedana Heftanînê silav kirin û berxwedana 14'ê Tîrmehê  bi bîranîn.

Şêniyan bi pankartên "Bi rihê berxwedana 14'ê Tîrmehê em ê îxanet û dagirkeriyê têk bibin", "Berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo me mişeleya ronahiyê ye" ji qada Şehîd Cîhad dest bi meşê kir.

Di meşê alên Kongreya Star û posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftanînê û bîranîna berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin berzkirin.

Meş di qada Jina Azad a navrasta navçeyê veguherî mîtîngê. Li vir deqeyek rêz hate girtin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de banga mezinkirina têkoşînê ta bidawîkirina êrişan û derxistina dagirkeran ji herêmê hate kirin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Heftanînê û deverên ên Kurdistanê meşek hate lidarxistin.

Di meşa ku bi sedan şênî tevlê bibûn bana mezinkirina têkoşînê hate kirin.

Meş li ser banga Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê û Kongreya Star bi diruşmeya  "Ji dagirkeriya Osmanî ya nû re na" hate lidarxistin.

Meş ji pêşiya parka Rêber Apo ya taxa Nasrayê ber bi qada Şehîd Artho dest pê kir. Meşvanan alê alên QSD, Kongreya Star û PYD'ê hildan û diruşmeyên şeremzarkirina dewleta Tirk a dagirker berz kirin.

Meş li qada Şehîd Artho rawestiya. Pişre bi navê PYD'ê Efaf Heskê axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftanînê şermezar kirin û got: "Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana têkoşeran dê êrişên dagirkeran têk bibin, ku rojane derbên giran dixwin."

Efaf Heskê anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze projeya xwe ya Osmaniya nû zindî bike û li hemberî êrişan banga mezinkirina têkoşînê li gel kir.

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA