Di êrişeke çekdarî de leşkerekî Lubnanê jiyana xwe ji dest da

Fermandariya artêşa Lubnanê îro daxuyand ku hin çekdaran baregehên leşkerî û dewriyeya Lubnanê ya herêma Beelbek a Sehil El-Bîqa li bakurê rojhilatê bajêr gulebaran kir, di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da.

Di êrişeke çekdarî de leşkerekî Lubnanê jiyana xwe ji dest da
13 tîrmeh, 2020   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Dem bi dem li wê herêmê, di navbera hêzên artêşê û çeteyên çekdar ên ku bazirganiya hişbirê dikin û şêniyan dikujin, şer derdikeve.  

Hin caran jî artêşa Lubnanê serdegirtinan li herêma ku wek devera Hizbullahê ye, bi hedefa girtina çeteyên çekdar û gumanbar, pêk tîne.