Komîteya Aboriya Jinan projeyên aborî pêk tîne

Komîteya Aboriya Jinan dikanek bi navê Star ji bo frotina kel û pelên malan li Qamişloyê vekir. Komîte hewl dide piştgiriya aboriya jinan û dabînkirina pêdiviyên malan bi buhayên guncaw pêk bîne.

Komîteya Aboriya Jinan projeyên aborî pêk tîne
Komîteya Aboriya Jinan projeyên aborî pêk tîne
Komîteya Aboriya Jinan projeyên aborî pêk tîne
13 tîrmeh, 2020   11:48
QAMIŞLO

Dikana Star îro li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi beşdariya gelek endamên saziyên civaka sivîl û saziyên jinan hat vekirin.

Di dikanê de tevahiya pêdiviyên malan ji mase, amûrên xwaringehê û hwd tên frotin.

Têkildarî armanca projeyê, endama rêveber a Komîteya Aboriya Jinan a Qamişloyê Iqlîme Mihemed diyar kir ku ew dixwazin di vê qeyrana aborî de alîkariya şêniyan bikin û kel û pelan bi buhayên guncaw bifiroşin.

Iqlîme Mihemed destnîşan kir ku dikan di mehekê de hate amadekirin û rojane saet ji 8`ê sibehê heta 2`yan piştî nîvro vekirî ye.

Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike piştgiriya jinan bike, aboriya herêmê ya xweser geş bike, tevî peydakirina pêdiviyên pêwîst ji şêniyan re bi buhayên guncaw.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jq8uSHBho94" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>