Fransayê bang li hêzên biyanî kir: Destwerdanê li Lîbyayê nekin

Wezîra parastinê ya Fransayê Florence Barley diyar kir ku ew hewl didin ku agirbest li Lîbyayê pêk were û bang li hemû hêzên biyanî kir ku destwerdanê li Lîbyayê nekin û çekên qedexekirî bi kar neynin.

Fransayê bang li hêzên biyanî kir: Destwerdanê li Lîbyayê nekin
13 tîrmeh, 2020   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra parastinê ya Fransayê Florence Barley îro piştrast kir ku Fransa tu piştgiriya leşkerî nade tu aliyekî li Lîbyayê û bal kişand ser rola mezin a fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter di tunekirina çeteyên DAIŞ’ê de li Lîbyayê.

Li gorî tora El-Erebiye, Florence Barley di daxuyaniyekê de bang li hêzên biyanî kir ku destwerdana li Lîbyayê û binpêkirina biryara NY’yê ya qedexekirina çekan rewestînin, her wiha li xebata Berlînê vegerin û çareyeke siyasî bibînin. 

Florence Barley da zanîn ku Fransa binpêkirinên biryara çekên qedexekirî ji kîjan aliyê ve dibe bila bibe, şermezar dike.

Florence Barley destnîşan kir ku dewleta Tirk gelek çeteyan ji Sûriyê dişîne Lîbyayê û piştrast kir ku ev binpêkirin ji hêla NY’yê ve hate belgekirin.