Li Iraqê 3 erebeyên hêzên Amerîkayê hatin hedefkirin

Hate ragihandin ku 3 erebeyên veguhestinê ku erebe tê de  bûn, li ser rêya Dîwaniyê ji aliyê hin çekdaran ve hatine şewitandin. Hin çavkaniyan got erebeyên hatine şewitandin girêdayî hêzên Amerîkî yên li Iraqê ne.

Li Iraqê 3 erebeyên hêzên Amerîkayê hatin hedefkirin
11 tîrmeh, 2020   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkanî ji Al-Sumeriyê News re wiha ragihand: "Komeke çekdar 3 erebeyên veguhestinê li ser rêya Dîwaniyê, şewitandin."

Çavkaniyê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike diyar kir ku tîmên parastina sivîlan niha şewatê vedimrînin.

Tora Sky News ji çavkaniyên Iraqî ragihand ku çekdaran 3 kamyonên ku pêdiviyên lojîstîkê yên hêzên Amerîkayê tê de bûn, li ser rêya di navbera bajarên Semawa û Dîwaniyê de hedef girtine.

(cx)