​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê konferansa xwe ya 7'an li dar xist

Li bajarê Kobanê 7'emîn Konfernsa Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê hate lidarxistin.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê konferansa xwe ya 7'an li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê konferansa xwe ya 7'an li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê konferansa xwe ya 7'an li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê konferansa xwe ya 7'an li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê konferansa xwe ya 7'an li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê konferansa xwe ya 7'an li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê konferansa xwe ya 7'an li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê konferansa xwe ya 7'an li dar xist
11 tîrmeh, 2020   19:22
KOBANÊ

Bi beşdarbûna malbatên şehîdan, nûnerên meclisên malbatên şehîdan ên herêma Firatê, Reqa û Minbic, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, 7'emîn Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê vê sibehê li Hola Firatê ya bajarê Kobanê hate dest pê kir.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Efendî axivî, bal kişand ser ked û fedkariyên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane ta gihaştin vê astê.

Eyşe Efendî got: "Di şerê li Kobanê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de xwîna kurdên ji hemû aliyên Kurdistanê tev li hev bû. Bi vê giyanî Kobanê bi ser ket û hîna jî li hemberî terorê bi ser dikeve."

Di konferansê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê nirxê şehadetê de hate xwendin. Her wiha peyamên pîrozbaniyên konferansê hatin xwendin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Rewşen Hacim jî axivî û got: "Dijmin dixwaze serkeftinên gelê me û projeya demokratîk têk bibe. Me dît çawa dijmin hersê jinên têkoşer li gundê Helincê kirin hedef. Ev dide diyarkirin ku dijmin niha ji berê bêtir ji jinên azad ditirse."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn jî got: "Civaka bê şehîd mafê wê yê jiyanê nine. Ji ber vê şehîd navnîşana hebûn û mayînê ne."

Di berdewama konferansê de endamê rêveber ê têkiliyên doplomatîk ê PYD'ê Bekir Hec Îsa jî îşaret bi nirxê şehîd û şehadetê kir û ev tişt got: "Welatê ku bi hezaran şehîd dane, banga jiyana bi rumet dike. Serkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine qezenckirin berhemên keda şehîdan e."

Piştre beşdaran rewşa rêxistinî ya salekê ya meclisên malbatên şehîdan ên herêma Firatê nîqaş kirin û ji bo pêşxistina xebatê pêşniyar kirin.

Her wiha rêziknameya Meclisa Malbatên Şehîdan hatin xwendin, nîqaş li ser hate kirin û hate erêkirin.

Pêşniyarên hatine kirin ketin dengdayînê û wekî biryar û bernameya xebata dema pêş hatin destgirtin. Ji wan biryaran:

-Ji bo alîkariya malbatên şehîdan koperatîfên aborî û çandinî dê werin avakirin.

- Li gorî astên xwendinê derfetên kar ji malbaêtn şehîdan re werin peydakirin.

-Ji ciwanên malbatên şehîdan komîteyek were avakirin.

-Ji bo malbatên şehîdan ên di kampa Eyn Îsa û Girê Spî de projeyên biçûk dê werin avakirin.

-Komîteya têkiliyan were avakirin da ku danûstandinan bi saziyên rêveberiyê de pêk bîne û pirsgirêkên di navbera Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên rêveberiyê de werin çareser bikin.

-Endamên dê tevli meclisê bibin beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan azadiya Rêber Apo bingeha xebata xwe dibîne û dê beşdarî hemû çalakiyên bi armanca azadiyê Rêber Abdullah Ocalan bibe.

Di dawiya Konferansê de komîteyek ji 8 endaman hate avakirin (4 jin û 4 zilam) da ku koordîneyê di navbera Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên Rêveberiya Xweser de koordîne bike û pirsgirêkan çareser bike.

ANHA