PYNK'ê bersiva encamnameya civîna Astana -6 da

PYNK'ê têkildarî encamên civîna 6'an a Astanayê got: "Encamên civîna 6'an a Astanayê tam ji bo berjewendî û ajnîdeyên dewletên beşar, bi taybet rejîmên Tirkiyê û Îranê ne. Herdu rejîm hemû giraniya xwe ya siyasî û leşkerî bi kar tînin da ku hêviyên gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet di azadiyê de bitemirînin."

PYNK'ê bersiva encamnameya civîna Astana -6 da
2 tîrmeh, 2020   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK)bi daxuyaniyekê bersiva encamên civîna 6'an a Astanayê da.

Daxuyanî wiha ye: "

Ji destpêka tevgera gelê Sûriyê ya li hemberî binpêkirinên rejîmê yên siyasî, aborî, civakî, demokratîk û niştimanî ve gelek dewletan bi taybet ên herêmî mudaxeleyî Sûriyê  kirin. Ji ber ku ditirsin ku Sûriyê veguhere dewleteke demorkatîk ku hemû şêniyan di nav xwe de bigire û mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê, bi taybet doza gelê me yê Kurd di azadiyê de misoger bike. Gelê Kurd li hemberî kiryarên rejîmên ku ji navîna sedsala borî de Sûriyê hikum kirine têkoşiye. Ji ber vê têkoşînê rejîmên faşîst ên Tirkiyê û Îranê raste rast mudaxeleye leşkerî di kar û barên Sûriyê de kirin û sûcên hovane li djiî gelê me û îmkanê wê pêk anîn. Ji ber ku ji hêza gelê me yê Kurd û îmkanên wê yên siyasî têgihiştine ev siyasetên xwe yên dijber zêde kirin. Gelê Kurd gelekî rêxistinkirî ye û muxalifekî dîrokî yê kiryarên plankirî yê rejîmê ye, ku gelê me ji jiyana siyasî dûr xistiye û li diji gelê me projeyên nejadperestî û şofonî yên giran pêk anîn. Gelê me li pey armancên wan dewletan neket, lê bi hêza xwe ya xweser guhertineke niştimanî, radîkal û hevgirtî pêk anî. Tevî hemû komployên ji hêla van rejîman ve gelê me û hêza xwe ya siyasî, leşkerî û şoreşgerî li herêmên ku lê ne, yekitiyeke niştimanî da avakirin ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kom kir. Gelê me bi saya vê projeyê li hemberî hemû hêzên faşîst ên mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusra, Artêşa Tirkiyê, komên terrorist ên mezhebî yên girêdayî wê têkoşiya. Gelê me gelek caran projeyek ji bo çareseriya demokratîk ji aloziya Sûriyê re pêşkêş kir û ji bo bidawîkirina vê karesta mirovî bi dehan panel û komxebatên siyasî li dar xistin. Gelê hewl da ku Sûriyê ber bi çareseriyeke siyasî ve bibe ku vebijêrka tekane ya avakirina Sûriyeke demokraîtk, ne navendî ya ku mafên hemû pêkhateyên gelê xwe mîsoger dike.

Dema ku lihevkirineke di anvbera Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de derket da ku ji pêvajoyê û rageşiyên wê re bibe bersiv rejîma Tirk a faşîst nerazîbûna xwe ji nêzîbûna Kurd nîşan da. Ji bo vê nêzîkbûnê xirab bike, gotin û têgehên siyasî yên ji rast û armacên têkoşîna siyasyî ya Kurdî dûr in belav kir û fişar li aliyên Astanayê kir a ku êdî daxwazên Tirkiyê li ser hesabê gelê Sûriyê yên di azadî, demokrasî, serxwebûna siyasî û aborî, dibersivîne.

Encamnameyên lûtkeya Astana 6 a ku 1'ê Tîrmeha 2020'an derketine tam delîlê hewldanên van dewletan û bandora wan li kar û barên navxwe yên Sûriyê û tevahî qada navdewletî ye, ku hewl didin hemû hewldanên bi armanca têkirina sedemên aloziya kur a li Sûriyê û avakirina Sûriyeke nûjen tune bikin. Encamên civînê nîşaneyên berjewendî û ajnîdeyên van dewletan e, bi taybet rejîmên Tirkiyê û Îranê ne ku hemû giraniya xwe ya siyasî û leşkerî yên bi bandor li herêmê bi kar tînîn da ku hêviyên gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet ên rizgarkirina ji van pergelên desthilatdar ên nelirêtî bitemirînin.

Em bang li gelê xwe û hemû hêzên siyasî  û civakî dikin ku li hemberî van komployan bisekinin û bi zêdekirina yekitî û hevgirtinê têk bibin.

Di heman demê de em bang li hemû hêzên niştimanî demokratîk ên Sûriyê û hemû rêxistniên navdweletî yên alîgirê doza gelê me dikin ku rêbazên reşkirinê yên van rejîma eşkere bikin û li derdora biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254 kom bibin a ku nûnertiya hemû opzisyonan di bedeneke siyasî de dipejirîne bêyî ku aliyekî dûr bixe. Her wiha em bang dikin ku hewdanên avakirina bedeneke ji opozisyonê û komîteyeke destûrî ku hema projeyên rejîmê yê desthilatdar hildigire û Sûriyê vegerîne rewşa beriya aloziyê red bikin."

Bijî doza gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê

Bimire rejîmên faşîst û diktaro."

ANHA