​​​​​​​Çalakiya hefteya çandî di roja xwe ya sêyemîn de ye

Çalakiya hefteya çandî di roja xwe ya sêyemîn de li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin.

​​​​​​​Çalakiya hefteya çandî di roja xwe ya sêyemîn de ye
​​​​​​​Çalakiya hefteya çandî di roja xwe ya sêyemîn de ye
​​​​​​​Çalakiya hefteya çandî di roja xwe ya sêyemîn de ye
​​​​​​​Çalakiya hefteya çandî di roja xwe ya sêyemîn de ye
​​​​​​​Çalakiya hefteya çandî di roja xwe ya sêyemîn de ye
​​​​​​​Çalakiya hefteya çandî di roja xwe ya sêyemîn de ye
​​​​​​​Çalakiya hefteya çandî di roja xwe ya sêyemîn de ye
​​​​​​​Çalakiya hefteya çandî di roja xwe ya sêyemîn de ye
2 tîrmeh, 2020   19:07
ŞEHBA

Çalakiya hefteya çandê ya Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê di roja sêyemîn de berdewam dike. Çalakiya îro bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê Mizgîn Çolaq bi xêrhatina beşdaran kir  û got mehbesta wan ji vê çalakiyê parastina çand û kevneşopiya herêmê ye.

Piştre koma Ronahî ya dîlanan dîlan pêşkîş kirin. Koma Şehîd Mizgîn jî stran gotin. Her wiha koma Şehîd Viyan Soran dîlanek pêşkêş kir.

Çalakî bi stranên şoreşgerî û gelerî yên koma Heyfa bi dawî bû.

ANHA