Li Kampa Serdem hemleya paqijiyê dest pê kir

Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê li Kampa Serdem a girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, hemleyeke paqijiyê da destpêkirin.

Li Kampa Serdem hemleya paqijiyê dest pê kir
1 tîrmeh, 2020   12:06
ŞEHBA

Bi dehan şêniyên kampê, endam û rêveberên saziyên civaka sivîl beşdarî hemleya paqijiyê bûne. Armanca hemleyê xweparastina ji belavbûna nexweşiyên ku ji ber kombûna gilêşê çêdibin, nexasim bi hatina demsala havînê û belavbûna bêhna genî re.

Piştî ku mask, lepik û tor li beşdaran hatin belavkirin, hemleyê ji pêşiya Meclisa Kampa Serdem dest pê kir.

Dê şaredarî gilêşê bi traktoran veguhêze cihên taybet ên gilêşê yên dûrî malên şêniyan.

cx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qvb_vsCX3Ps" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>