Li Şehbayê berhevkirina kartolan destpê kir

Cotkarên kantona Şehbayê îsal li 521 hektaran kartol çandin û niha dest bi berhevkirina hilberînê kir.

Li Şehbayê berhevkirina kartolan destpê kir
Li Şehbayê berhevkirina kartolan destpê kir
Li Şehbayê berhevkirina kartolan destpê kir
Li Şehbayê berhevkirina kartolan destpê kir
1 tîrmeh, 2020   11:55
ŞEHBA

Kantona Şehbayê bi çandina kartolan (petat) navdar e. Komîteya Çandiniyê ya kantonê bi armanca peydakirina semadê û berhemeke baş, piştgiriyê dide cotkaran.

Erda kantona Şehbayê ji çandina cureyên kartolan ên wekî erîzona, senercî û febla re baş e, ji ber vê li kantonê zêde tê çandin.

Cotkaran dest bi berhevkirina kartolan kir û Komîteya Çandiniyê diyar kir ku 21 hektar hatiye çandin, di heman demê de rûbera cotkarên Efrînê û Şehbayê jî çandine zêdetirî 500 hektarî ye.

Cotkarên herêmê diyar kir ku îsal her hektarekê ji 40 heta 60 tonî avêt.

Hilberîn bi rêya komînan li koçberên Efrînê tê belavkirin, di heman demê de Komîteya Çandiniyê kartolan dixe sarincên taybet.

Îsal ji ber semad buha bû, lîreyê Sûriyê hemberî dolar daket, Qanûna Qeyser li Sûriyê pêk hat, nirxê dermanên çandiniyê bilind bû û hikumeta Sûriyê kanton dorpêç kir, cotkaran gelek zehmetî kişand.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n0GVsBLRgU4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>