Şêniyên Efrînê: Em êrişên dewleta Tirk red dikin û soza têkoşînê didin

Şêniyên kantona Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, êrişên dewleta Tirk a dagirker red kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku sînorekî ji êrişên hovnane yên artêşa Tirk re deynin.

Şêniyên Efrînê: Em êrişên dewleta Tirk red dikin û soza têkoşînê didin
1 tîrmeh, 2020   11:13
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

Artêşa Tirk a dagirker di 23’yê Hezîrana derbasbûyî de bi firokeyên bêpîlot êrişî gundê Helincê yê bajarê Kobanê kir û di encamê Zehra Berkel, Emîna Weysî û Hebûn Mele Xelîl şehîd bûn.

Di vê derbarê de ANHA`yê nêrînên şêniyên kantona Efrînê yên li Kampa Serdem a gundê Til Sosîn ê li kantona Şehbayê girtin.

Şêniya bi navê Nedîma Elo got êrişên dewleta Tirk isbata qelsiya wê ne û da ku îradeya jinan bişkîne senaryoya êrişên xwe yên li dijî Efrînê dubare dike, lê berovajî vê yekê ew ê vîn û hêza jinan a rêxistinkirina tevgera jinan xurtir bibe.

Nedîma Elo di dawiya axaftina xwe de soz da ku ew ê têkoşîna xwe xurttir bikin û şopdarên rêya şehîdan bin.

Her wiha welatiyê bi navê Reşîd Qiblan got: "Ev sê sal in artêşa Tirk bi domdarî êriş dike, bi hemû çekên pêşketî êrişî gel dike û piştî Efrîn dagir kir êrişî Kobanê jî dike, ma gelo cîhan hovîtiya artêşa Tirk nabîne?"

Şêniya bi navê Leyla Şemo jî parve kir ku ew bûne şahidên hovîtiya artêşa Tirk a li Efrînê, ew bûyerên li Kobanê red dikin û wek jin her çi qasî dewleta Tirk hewl bide vîna wan bişikîne jî ew ê lawaz nebin û berovajî xurttir bibin.

(eh)

ANHA