3 endamên Talîbanê hatin kuştin

Îro 3 endamên tevgera Talîbanê, jê 2 fermandar in, di êrişeke Talîbanê ya li dijî hêzên Efxanistanê li bakurê welêt de hatin kuştin.

3 endamên Talîbanê hatin kuştin
1 tîrmeh, 2020   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Khama Press a Efxanistanê, çekdarên Talîbanê êrişî kemînên ewlehiyê yên girêdayî hêzên Efxanistanê li herêma Qeyserê kir.

Hêzên ewlehî diyar kir ku 2 fermandarên herêmî yên tevgera Talîbanê; Qarî Abdullah û Mela Udeyd di şer de hatin kuştin.

Hêzên ewlehiyê diyar kir ku 3 endamên dîtir ên Talîbanê, fermandarekî herêmî yê tevgerê Mewlay Îsmaîl jî di nav de, birîndar bûn.

Girêdayî mijarê, çekdarekî din ji tevgera Talîbanê di dema çandina mayînan li Garziyuan a herêma  Faryab de hat kuştin.

Heta niha Talîbanê der barê her du bûyeran de tu daxuyanî nedane.

(fr)