​​​​​​​Rûspiyên êlên Ereb: Mudexeleyên Tirkiyê cihê fikaran e

Rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Reqayê destnîşan kirin ku mudexeleyên Tirkiyê yên di Lîbya, Sûriyê û Iraqê de rastiya siyasetên wê yên dijberî gelên herêmê eşkere dikin.  Rûspiyan gotin divê civaka navdewletî erkê xwe bi cih bîne û dewleta Tirk ji ber siyasetên wê yên dagirkirina herêmê muhasebe bike."

​​​​​​​Rûspiyên êlên Ereb: Mudexeleyên Tirkiyê cihê fikaran e
1 tîrmeh, 2020   00:17
REQA-EMAR EL-XELEF

Dewleta Tirk bi rejîma xwe ya heyî siyasetên xwe yên li djiî hemû pêkhateyên Sûriyê didomîne, demografyaya herêmên ku dagirkrine diguhere û pereyên Tiriyê ferz dike. Ji bilî wê sûcên kuştin, revandin, daxwaza fidyeyê berdewam dike.

Girêdayî mijarê rûspiyê êla El-Elî ya li Reqayê şêx Remadan El-Rehal diyar ku ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve dewleta Tirk siyasetek dijber û hov li dijî gelê Sûriyê dimeşîne. Piştgiriya komên çeteyên DAIŞ û El-Nusra kir da ku axa Sûriyê dagir bike.

El-Rehal wiha domand: “Dewleta Tirk ji ferzkirina pereyê tirkî û zimanê xwe li herêmên dagirkirî armanc dike demografiya herêmên dagirkirî biguhere. Da ku timayên împeratoriya Osmanî vegerîne beriya 1923`yan. Lewra hewl dide yekitiya pêkhateyên gelê li gelemperiya erdnîgariya Sûriyê ji hev bixîne.”

Di dawiyê de El-Rehal got: “Mixabin hîna civaka navdewletî siyaseta xwe ya dûrxistinê li hemberî mudexeleyên Tirkyê yên hovane di karûberên Lîbya, Sûriyê û Iraqê de dimeşîne. Tirkiyê ji van mudexeleyên xwe armanc dike ku nexşerê vegerin dema beriya lihevkirina Sykes-Picot û nexşerêyek nû li gorî berjewendiyên Osmaniya nû biafrîne. Ji ber wê heger siyaseta Tirkiyê nehatin rawestandin, ev mudexele dê bibe sedema şerek cîhanî demdirêj. “

Têkildarî heman mijarê rûspiyê êla El-Henî, Qasim El-Henî destmîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya bermahiyên şaneyên tundrew afirandina tevliheviya hundirîn di gelemperiya erdnîgariya Sûriyê didomîne û got: "Bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gelê wê bi saya fikrê neteweya demokratîk û biratiya gelan di nav ewlehiyê de ye, hewl dide parçebûn û dijminahiyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de belav bike."

El-Henî domand û got: “Encamên tevahiya mudexeleyên Tirkiyê di karûbarên dewletan de yên ji ber şandina bi hezaran çeteyan ji Lîbyayê re û afirandina tevliheviyek daîm û rewakirina dagirkirina xwe, mezin in. Divê civaka navdewletî helwestek cidî li hember sûcên Tirkiyê nîşan bide.”

El-Henî bi van gotinên xwe hevdîtin bi dawî kir: “Divê em hemû rê li pêşiya xewnên împeratoriya osmanî ya ku hewl dide vîna gelê me têk bibe, bigire.”

(şx)

ANHA