Li Kobanê ji bo şehîdan merasîmeke hate lidarxistin

Bi merasîmekê girseyî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbarahîm Mustefa û şervanê QSD'ê Fewaz Kurt li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin. Di merasîmê de şehîd Rabîha û Xelîl hatin bi bîranîn.

Li Kobanê ji bo şehîdan merasîmeke hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo şehîdan merasîmeke hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo şehîdan merasîmeke hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo şehîdan merasîmeke hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo şehîdan merasîmeke hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo şehîdan merasîmeke hate lidarxistin
29 hezîran, 2020   18:23
KOBANÊ

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mustefa û şervanê QSD'ê Fewaz Kort (Erdal Amed) ên ku dema li ser karê xwe bûn şehîd bibûn li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.

Di merasîmê de Rabîha Abdulezîz Xelîl û hevserê wê Mihemed ên ku dema erka xwe li dibistaneke bajarê Girê Spî pêk dianîn di êrişa dagirkirinê ya dewleta Tirk û çeteyên wê  de şehîd bibûn, hatin bi bîranîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî û got: "Van şehîdan ji bo parastina mirovahî, azadiya gelan û nirxên exlaqî canê xwe feda kirine."

Îsmet soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê mamsote Rîhan Elî jî axivî û diyar kir: "Bi saya keda van şehîdan em azad bûne û di nava aştiyê de dijîn.Em ê xeta şehîdan bişopînin."

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi diruşme û tilîliyên dayikanhatin veşartin.

ANHA