Mijarên rojnameyên erebî – 25 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro behsa topbarana Îsraîlê ya dawîn a li ser herêmên Sûriyê, nakokiyên Ewropa – Tirkiyê û hewldanên Washingtonê ji bo xurtkirina zexta li ser Îranê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 25 Hezîran
25 hezîran, 2020   06:51
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: ÎSRAÎL JI NÛ VE DEST BI ŞOPANDINA ÎRANÊ KIR Û RÛSYA BÊ DENG E

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijarên girîng kir, ji wan topbarana Îsraîlê. Di vê derbarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Berpirsekî leşkerî yê berê li Til Ebîbê duh got topbarana Îsraîlê li ser 4 parêzgehên Sûriyê, ji nû ve şopandina hebûna Îranê ye û Rûsya di vê derbarê de bê deng e."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh got Îsraîl baregehên milîsên alîgirê Îranê li ser rêya El-Sixne – Dêrazor a rojhilatê welêt kir hedef. Di encama wê de 5 endam hatin kuştin. Her wiha destnîşan kir ku herî kêm du endamên hêzên parastina hewayî yên hêzên rejîmê hatin kuştin û hejmarek jî ji ber hedefgirtina navenda pêwendiyan di yek ji kombûnên girêdayî hêzên rejîmê de ku milîsên alîgirên Îranê di nav de hene li herêma Til El-Sehin a gundewarên Siwêdayê birîndar bûn.

Ji bo bersiva pirseke çapemeniya fransî, artêşa Îsraîlê red kir ku bersivê bide. Lê serokê berê yê Gerînendetiya Îstixbaratên Leşkerî di artêşa Îsraîlê de general Amos Yadlin ku bi nêzîkbûna xwe ji saziyê re tê naskirin, behsa topbaranê bi awayekî vekirî kir û got: "Êrişên berfireh li Sûriyê yên şevê din diyar dike ku gumanên Îsraîlê yên dawîn ku Îranê dest bi vekişîna ji Sûriyê kiriye, tenê gotegot in."

Duh Moskovê jî topbarana Îsraîlê bi derketina helwestên ku naveroka axaftinên wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Mûallîm beriya du rojan re, paşguh kir. Pisporek di navenda lêkolînên taybet a kar û barên Rojhilata Navîn de wiha anî ziman: "Diyar dibe ku rejîm li pêşiya guhertina şêwazên xwe û rasthatina pirsgirêkên cidî maye ku niha rastî Sûriyê tên."

EL-EREB: FRANSAYÊ BANG LI YE`YÊ KIR KU BINGEHÊN NÛ JI BO TÊKILIYÊN BI TIRKIYÊ RE DEYNE

Der barê nakokiyên Fransa – Tirkiyê de  rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Fransa ya ku paşketin di têkiliyên wê bi Tirkiyê re ji ber bihevketina berjewendiyan di zêdetirî herêmekê ji cîhanê û ji derveyî Rojhilata Navîn û Lîbyayê, ji Yekitiya Ewropayê (YE) xwest ku der barê têkiliyên bi Tirkiyê re endama di NATO`yê de, nîqaşên berfireh bê çêke."

EL-BEYAN: WASHINGTON BER BI DIRÊJKIRINA DEMA QEDEXEYA FIROTINA ÇEKAN JI ÎRANÊ RE

Der barê rewşa Îranê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Wezîrê karên derve yê DYA’yê Michael Pompeo bang kir ku divê Washington ji bo dirêjkirina dema qedexeya ku çek ber bi Îranê ve were şandin ku di Cotmeha pêş de bi dawî dibe, bixebite."

bx