Balafirên dewleta Tirk bombe li Biradostê barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk careke din herêma Biradost bombeberan kir.

Balafirên dewleta Tirk bombe li Biradostê barand
25 hezîran, 2020   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Roj News'ê, balafirên şer ên dewleta Tirk zozanên Sinîn, Bêgkim, Lolan û gundên Xelîfan û Gerwû Zirar bombebaran kirin.

Her wiha hate ragihandin ku balafirên şer nêzî nîv saetêye li ser Wertê, Balekayetî, Binarê Qendîlê difirin. Niha balafirên keşfê bi nizmî li ser navçeya Soran difirin.