Bertekên li dijî hedefgirtina Kobanê zêde dibin

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê banga avakirina komîteyeke navneteweyî kir ku da ku têkildarî sûcên dewleta Tik û cezakirina wan, lêpirsînê bike. Meclisa Kantona Kobanê jî şehîdên komkujiya 25`ê Hezîranê bi bîr anîn.

Bertekên li dijî hedefgirtina Kobanê zêde dibin
25 hezîran, 2020   12:03
KOBANÊ

Helwestên şermezarkirina hedefgirtina 3 jinên Kobanê derdikeve holê. Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê hedefgirtina her sê jinan şermezar kir û banga hesabxwestinê ji Tirkiyê kir.

Meclisa Kantona Kobanê jî şehîdên Komkujiya 25`ê Hezîranê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê di sala 2015`an li gundê Berxbetan ve pêk hat û di encama wê de 233 sivîl şehîd bûn, bi bîr anîn.

Daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ji aliyê endama rêxistinê Nesrîn Elî ve hat xwendin. Daxuyanî li pêşiya avahiya rêxistinê hat dayîn.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne roj bi roj zêde dibe û ji kuştin, koçberkirin, qirkirina etnîk destûr û qanûn ji xwe re girtiye. Rêxistinê şehîdên komkujiya 25`ê Hezîranê bi bîr anîn û got dewleta Tirk berpirsa yekemîn û ya dawîn e.

Rêxistinê di daxuyaniyê de banga bidawîkirina dagirkirina dewleta Tirk û destwerdana wê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kir, her wiha got divê komîteyeke navneteweyî were avakirin da ku der barê sûcên dewleta Tirk li dijî sivîlan de lêpirsînê bike.

DAXUYANIYA MECLISA KANTONA KOBANÊ

Hevserokên Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto û Leyla Ehmed bi beşdariya endam, rêveberiya meclisê û saziyên civaka sivîl daxuyaniyek bi zimanê erebî û kurdî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

Ev 5 sal e û hîn jî xwîn ji birînê tê, heman dijmin e ku hîn jî hewldana tevlihevkirina ewlehiya jiyana xelkê dike, zikreş e, naxwaze deverek ji vî welatî aram bimîne û kêfxweşiya zarokekî ku dema diçe dibistanê, xatir ji dêya xwe dixwaze, ranake.

Kobanê şerê hêzên tarî yên cîhanî kir, ma çi qasî îro dişibihe duh, beriya 5 salan komkujiya Kobanê bû û îro li gundê Helincê terorîst xwe tîne bîra mirov, kronolojiya bûyeran di bîroka malbatên şehîdan de dubare dike, da ku ji me re bibêje hûn hemû şehîd in, hûn hemû dijminên terorîstan û tarîtiyê ne, hûn hemû li ser projeya tarîtiyê xetere ne, belê em in ên ku ala ronahiyê û heqiyê û ala azadiyê, aştiyê û hêviyê radikin.

Bi rasthatina komkujiyê di serî de em sersaxiyê ji xwe re dixwazin û pê re ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin û sozê didin ku em ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.”

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-6zQ2wklr-g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>