Hêzên hikumeta Sûriyê li Idlibê êrişî çeteyan kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyê di nava çend saetan de cara duyemîn êrişî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Cebel El-Zawiye kir û hewl dide bi pêş de biçe û herêmê bixe bin serweriya xwe.

Hêzên hikumeta Sûriyê li Idlibê êrişî çeteyan kir
25 hezîran, 2020   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di navbera çeteyên Cebhet El-Tehrîr El-Weteniye û hêzên hikumetê de li eniya Benîn şer derket. Hêzên hikumeta Sûriyê cara duyemîn hewl didin li eniya Benîn bi pêş de biçin.

Li gorî SOHR’ê herêm bi dijwarî hat topbarankirin. Çeteyan careke din bersiva êrişî da. Hêzên dewleta Tirk jî baregehên hêzên hikumetê bi moşekan topbaran kirin.

SOHR’ê beriya şer bi çend saetan tevgera li eniya Hereş Benîn a Cebel El-Zawiye ji ber bersivdayîna çeteyan ji hewldanên hêzên hikumetê re ku dixwestin derbas bibin, şopand. Tu agahî der barê ziyanên mirovî de tune ne.

Çavkaniyan ji SOHR’ê re diyar kir ku bersivdayîna komên çete ji êrişên hikumetê re vedigere alavên pêşketî ku dewleta Tirk ji wan re pêşkêş kirine.

bx