Michael Rubin: Şêwaza Jeffrey dihêle Erdogan qirkirina etnîk li dijî Kurdan pêk bîne

Lêkolînerê amerîkî û berpirsê berê di Pentagonê de Michael Rubin got dewleta Tirk qirkirina etnîk li dijî Kurdan pêk tîne û şêwazên James Jeffrey dihêle ku Erdogan vê yekê bike. Rubin bang li James Jeffrey kir ku parastina Erdogan neke.

Michael Rubin: Şêwaza Jeffrey dihêle Erdogan qirkirina etnîk li dijî Kurdan pêk bîne
25 hezîran, 2020   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN-KÎVARA ŞÊX NÛR

Neteweyên Yekbûyî (NY) û nûnerê navneteweyî yê kar û barên Sûriyê Geir Pedersen bangên ji bo agirbesta li ser xaka Sûriyê dikin, lê dewleta Tirk vê yekê pêk nayne û êrişên li dijî sivîlên Bakur û Rojilatê Sûriyê didomîne.

Herî dawî jî di 23`yê Hezîranê de balafireke keşfê ya dewleta Tirk malek li gundê Helincê yê Kobanê bombebaran kir û di encama wê de 2 endamên Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, her wiha xwediya malê Emîna Weysî şehîd bûn.

Lêkolînerê amerîkî di American Enterprise Institute (AEI) de û berpirsê berê di Pentagonê de Michael Rubin got: "Êrişên ku Erdogan pêk tîne, ji ber gelek sideman in; baş dizane ku hesab jê nayê xwestin û ew ê ji cezakirinê bifilite."

Rubin ji ANHA`yê re wiha axivî: "Piraniya caran James Jeffrey wek parêzer û parêzvan dixebite li şûna ku navbeynkariyê bike. Ev yek jî dihêle Erdogan hemleya qirkirina etnîk li dijî Kurdên ku xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibin, bidomîne."

Robin di dawiyê de destnîşan kir ku Erdogan bi rêya êrişên xwe hewl dide alîgirên neteweperest bikîşine bi aliyê xwe de.

(bx)

ANHA