Europol: PKK`ê li dijî Ewropayê tu êriş pêk neanîne

Rêxistina polîsan a Ewropayê Europol diyar kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li dijî xaka Ewropayê tu êriş pêk neanîne.

Europol: PKK`ê li dijî Ewropayê tu êriş pêk neanîne
25 hezîran, 2020   10:37
NAVENAD NÛÇEYAN

 

 

 

 

Li gorî raporê PKK`ê heta niha li dijî xaka YE`yê tu êrişên “terorîstane” pêk neanîne, lê PKK li Ewropayê têkildarî doza kurdî xwepêşandan û kombûnên aştiyane bi rêxistin dike.

Raporê destnîşan kir ku herêmên Kurd lê dimînin ên wekî Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îran bandoreke mezin li civakên YE`yê çêdikin.

Di berdewama raporê de ev tişt hate gotin: "Destwerdana Tirkiyê ji Bakurê Sûriyê re ku di Cotmeha 2019`an de dest pê kiriye, hişt ku bertekan Kurdan li seranserê Ewropayê zêdetir bibin, her wiha li çend dewletên Ewropayê nerehetî di navbera civaka Tirkan û civaka Kurdan de derket û hin caran gur dibû, dema xwepêşandanan şer di navbera Kurdan û neteweyên din de derdiket.”

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku dadgeheke Belçîkayê 2 welatiyên Tirkiyê ku bi tawana ku bi PKK`ê re kar dikin girtî bûn, serbest berdan.

Dadgeha Belçîkî biryara 'PKK rêxistineke ku di şerêkî ne-navnetewî ya di navbera hikûmeteke neteweyî û rêxistinek çekdar a ne dewlete' da û tawambariyên kiryarên terorîst red kir.

(eh)