Kêmasiya dermanan û bilindbûna buhayan… çareserî çi ye?

Niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zehmetiyan ji ber peydakirina dermanan dikişînin û heger peyda dikin jî buhayên wan bilind e. Sedemên kêmbûn û bilindbûna buhayan û çareserî çi n?

Kêmasiya dermanan û bilindbûna buhayan… çareserî çi ye?
Kêmasiya dermanan û bilindbûna buhayan… çareserî çi ye?
Kêmasiya dermanan û bilindbûna buhayan… çareserî çi ye?
Kêmasiya dermanan û bilindbûna buhayan… çareserî çi ye?
Kêmasiya dermanan û bilindbûna buhayan… çareserî çi ye?
Kêmasiya dermanan û bilindbûna buhayan… çareserî çi ye?
Kêmasiya dermanan û bilindbûna buhayan… çareserî çi ye?
Kêmasiya dermanan û bilindbûna buhayan… çareserî çi ye?
Kêmasiya dermanan û bilindbûna buhayan… çareserî çi ye?
Kêmasiya dermanan û bilindbûna buhayan… çareserî çi ye?
25 hezîran, 2020   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞERVÎN MUSTEFA – EHMED MIHMED

Ji ber şerê navxweyî ji sala 2011`an ve li Sûriyê, binesaziya herêmê hilweşiyaye. Aliyê tenduristî jî jê vê yekê bê par nemaye. Kargehên çêkirina dermanan jî hatin hilweşandin û rûxandin.

Vê yekê bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir. Ji ber siyaseta partiya Baas tu kargehên çêkirina dermanan li herêmê tune ne. Vê yekê hişt ku herêm bi temamî di peydakirina dermanan de xwe bispêre kargehên di hundirê Sûriyê de ku piraniya wan jî hatine hilweşandin û ji xizmetê derketinê.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di destpêka salê de li ser malpera xwe ya fermî destnîşan kir ku însulîn, oksîje, madeyên texdîrê û hwd li hundirê Sûriyê nayên peydakirin da ku pêwîstiyê bi cih bînin. Navendên Tenduristiyê û dermanxaneyên herêmî nema dikarin dermanan peyda bikin, bi taybet dermanên nexweşiyên giran.

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mihemed ku niha tenê du kargehên çêkirina dermanan li Sûriyê hene û kêmbûna madeyên ji bo çêkirina dermanan li gel wan heye.

Îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayên dermanan bilind in û hindek ji wan jî nayên peydakirin, bi taybet dermanên nexweşiyên giran wekî dil, şekir, asab û şîrê zarokan.

Welatî û nexweş bi rojan derbas dikin û li dermanan digerin bêyî ku peyda dikin. Rewşa welatiyê bi navê Hewaş Berho yê ji bajarê Qamişlo ye wisa ye, her wiha koçber ji Serêkaniyê Îbrahîm Seydo, welatiyê bi navê Mihemed Dahir ku ji kurê xwe re li dermanan digere û li bajarê Helebê peyda kir.

Dermanfiroşê bi navê Mistefa Elî dibêje depoyên li herêmê berpirsa kêmbûna dermanan li herêmê ye û wiha anî ziman: "Kêmasiya dermanan heye. Em zehmetiyan di peydakirina wan de dibînin. Ev yek jî êşa nexweşan zêde dike."

DERMAN TÊNE KEYSBAZKIRIN Û BUHAYÊN WAN CUDA NE

Welatiya bi navê Nûra Hemdî destnîşan kir ku hindek dermanxane hene dermanan keysbaz dikin. Welatiyê bi navê Ehmed Xelîl jî got gelek dermanxane hene li gorî xwe dermanan difroşin, ev yek jî dihêle ku buhayên dermana ji dermanxaneyekê ji ya din cuda bibe. Her du welatiyan bang li aliyên pêwendîdar kir ku çavdêriya li ser dermanxaneyan zêde bikin û mekanîzmaya kirîn û firotinê diyar bikin.

Hevserokê Yekitiya Dermanxaneyan a Herêma Cizîrê Xalid Daûd anî ziman ku gelek sedemên kêmbûna dermanan û bilindbûna buhayan hene.

Li gorî Xalid Daûd sedemên kêmbûna dermanan û bilindbûna buhayan aloziya Sûriyê, derketina kargehên çêkirina dermanan ji xizmetê, aloziya Koronavîrusê û girtina derî û sînoran e. Xalid Daûd wiha domand: "Yek ji sedeman ku Firqeya 4`an a girêdayî Mahir El-Esed baceyên mezin li madeyên tenduristiyê yên bi rêya deriyan û ji Şamê derbasî herêmên me dibin, ferz dike. Firqeya 4`an li ser her kamyoneke derman ku derbasî herêmê dibe 15 hezar dolar bacê ferz dike."

Xalid Daûd rexne li dûritiya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û şandina dermanan ber bi herêmên hikûmeta Sûrî ve û çawa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji alîkariyan bê par dihêle. Her wiha tekez kir ku li herêmê kêmbûna dermanê dil, şekir û şîrê zarokan heye.

Der barê çareserkirina keysbaziya depoyên dermanan û dermanxaneyan Xalid Daûd destnîşan kir ku Yekitiya Dermanxaneyan û Desteya Tenduristiyê qanûna cezakirinê derxist ku ruxset ji wan tê kişandin û bace li xwediyên dermanxane û depoyên dermanan tên ferzkirin.

Li gorî hevserokê Desteya Tenuristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mihemed pişterast kir ku bi belavbûna Koronavîrus li herêmê re, girtina tekane deriyê ku derman bi rêya wî derbasî dibe (Deriyê Til Koçer) û bikaranîna Vetto ya Rûsî di meclisa ewlehiyê de, pêkanîna qanûna Qeyser ji aliyê DYA`yê ve herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi karîseteke tenduristî rû bi rû ne.

Ciwan Mihemed got divê herêm ji vê karesatê biparêze û divê deriyê Til Koçer were vekirin heta ku karibin dermanên pêwîst ji herêmê re bi rêya rêxistinên navneteweyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê peyda bikin û li herêmê belav bikin da ku hemû dermanan ji welatiyan re peyda bikin.

bx

ANHA