Rêveberî hewl dide bi şêniyên ku ziviyên wan şewitîne bibe alîkar

Şêniyên ku zeviyên wan şewitîn, daxwaza wan çi ye, Reveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê alikariya cotkaran bike?.

Rêveberî hewl dide bi şêniyên ku ziviyên wan şewitîne bibe alîkar
Rêveberî hewl dide bi şêniyên ku ziviyên wan şewitîne bibe alîkar
Rêveberî hewl dide bi şêniyên ku ziviyên wan şewitîne bibe alîkar
Rêveberî hewl dide bi şêniyên ku ziviyên wan şewitîne bibe alîkar
Rêveberî hewl dide bi şêniyên ku ziviyên wan şewitîne bibe alîkar
Rêveberî hewl dide bi şêniyên ku ziviyên wan şewitîne bibe alîkar
Rêveberî hewl dide bi şêniyên ku ziviyên wan şewitîne bibe alîkar
Rêveberî hewl dide bi şêniyên ku ziviyên wan şewitîne bibe alîkar
Rêveberî hewl dide bi şêniyên ku ziviyên wan şewitîne bibe alîkar
23 hezîran, 2020   05:52
EYN ÎSA – CÎHAN BÎLGÎN

Di demekê de ku şêniyên bajar û gundewarên Eyn Îsayê û gundewarên rojavayê Girê Spî zeviyên xwe radikin de rastî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê hatin. Bi awayekî hov û çekên wan ên giran zevî kirin hedef. Li gorî Komîteya Çandinî-Aborî ya Kantona Girê Spî li gund û bajarê Eyn Îsa zêdetirî 62 hezar 250 donim, li gundê rojavayê Girê Spî 2 hezar 500 donim, li gundê Silûk hezar û 600 donim hatiye şewitandin. 200 darên zeytûnê û 700 metre xortûm hatin şewitandin. Lê ev serjimar ji ber êrişên hedefgitina endamên saziyê ji sedî 25 pêk hatiye. Li warê dagirkirî wekî Girê Spî de û gundewarên Eyn Îsa de hemû zêvî hatine şewitandin,  genimê şêniyan jî ji aliyê dagirkeran vê derbasî Tirkiyê tê kirin û tê firotin.

 Ji bo parvekirina sûcên dagirkeran me berê xwe da gundê Bexdikê yê girêdayî rojavayê Girê Spî. Kurd û Ereb li wî gundî de bi hevre dijîn.  Gundê Bexdikê gelek caran rastî êrişên dagirkeriyê hatiye. 150 donimê şêniyan encama topbaranê hatiye şewitandin.

‘EZ LI PÊŞIYA ZEVIYÊN XWE RÛNIŞTIM Û GIRIYAM’

Şêniyê bi navê Bozan Qadir ku 50 donimê wî hatiye şewitandin got: “Dema şewatê ez li ber zeviya xwe bûn, ez gihîştim mal min dît ku agir bi zeviya min ketiye. Ez li pêşiya zeviya xwe rûniştim û giriyam. Debara min û malbata min tenê li ser wê zeviyê bû. Tiştek jê nema. Şêniyên gund her hewildan agir bi betaniya vemirînin. Lê her di çû ar gûr di bû û derbasî gundên derdor jî bû. Em tenê dixwazin dewleta Tirk ji axa me derbikeve û em jê xilas bibin. Tiştekî dewleta Tirk a dagirker li gel me tine ye, çi ji me dixwazê?  Beriya êrişan me di navbera 200-400 çiwal genim radikir, avdana wê bi aramî dikir.  Îsal me libek genim ranekir.  Rûxmî derdora mala me hat topbaran kirin û zeviyên me hatin şewitandin jî em dev ji axa xwe bernadin û ji gundê xwe dernakevin. Em bimrin jî li ser axa xwe bimrin.”

Qadir bang li Rêveberiya Xweser kir ku alikariyê bidin şêniyan.

‘DI ÇARÇOVEYA DERFETAN DE DÊ ALIKARÎ BÊ KIRIN’

Sala borî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê 400 hezar donimê zeviyên şêniyên herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewitandin. Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê alikariya cotkarên ku zerer dîtine kir.

Me banga şêniyên ku zeviyên wan hatine şewitandin gihand Cigirê Kantona Hevserokê Meclisa Girê Spî Sebrî Nebo. Nebo got: “Herêma me niha di bin ambargoyek mezin de ye. Xizmetên ku heya niha berdewam dikin bi derfetên kêm yên Rêveberiyê Hrinw tên kirin. Heya niha tu biryara me ya alikariyê nehatiye dayîn lê ev mijar di nav nîqaşan de ye. Hewildana me ji bo alikariya cotkaran heye û di çarçoveya derfetan de wê alikarî bê kirin.” 

BI GEL RE AGIR TEFANDIN Û NOBETÊ DIGIRIN

Yek ji fermandarên QSD’ê yê bajarê Eyn Îsa Yasir Qeremoq anî ziman ku her çiqas timên agirkûjî derbasî zeviyan dibin ji bo agir vemirînin, ji aliyê dagirkeran ve tên hedefgirtin û got: “Dema şewitandina zeviyan em diketin nava tevgerê û bi gelê xwe re agir vedimirandin. Me nobedariya zeviyên şêniyan jî dikir. Leşkerên Rûsya û hikûmeta Sûriyê li hemberî vemirandina agir tiştekî nekirin, tenê temaşe dikin."

 ANHA