​​​​​​​Dewleta Tirk li Helsînkiyê hate şermezarkirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê li Helsînkiyê ku Fînlandiyayê hatin şermezar kirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk li Helsînkiyê hate şermezarkirin
22 hezîran, 2020   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê, kurdistaniyên li Fînlandiyayê li paytext Helsînkiyê li hev kom bûn û li pêşiya Dêra Mezin çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de diruşmeyên "Qatil Erdogan", "Dewleta faşîst ji Kurdistanê derkeve" û "Kurdistanê dê ji we re bibe gor" qîr kirin.

Her wiha daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên û rêxistinên navdewletî yên li Kurdistanê tenê di berjewendiyên xwe de difikirin, li hemberî êrişan bêdeng in. Hate gotin ku destê dewletên herêmê di rijandina xwîna gelê Kurd de heye.

Çalakgeran gotin, gelê Kurd wê li hemberî van sûcan bêdeng nemîne dê çalakiyên xwe dewam bike.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p-yfkvRG4fU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>